Qirkirina Enfalê ya ku rejîma Sedam Huseyîn di salên 1980’yan de pêk anî û di encamê de zêdetirê 150 hezar Kurd hatin qetilkirin, li paytexta Swêd Stochkolmê bi lidarxistina panelekê hat gotûbêjkirin.
Panel ji aliyê rêxistina Kurd a li dijî qirkirinê Kurdocide Watch CHAK, Partiya Çepgir û Partiya Keskan hat lidarxistin û ji Başûrê Kurdistanê ji Yekitiya Demokratîk a Kurdên Feîlî Asraf Assad, Parlementerên Kurd Peyam Ahmed Mohemedmin, Ala Talabani û Şêwirmenda Herêma Kurdistanê lêkolîner-nivîskar -Yazar Adalat Omar weke axaftvan beşdar bûn.
Panel di Parlementoya Swêdê de hat lidarxistin û di panelê de Qirkirina Enfalê ya li Başûrê Kurdistanê û bandora wê di watê aborî, psîkolojî û civakî de li ser jinên Kurd, hatin nirxandin.
Omer der barê xebatên lêkolînê yên ji bo diyarkirina bandorên Enfalê li ser Kurdan ên li bajarên Başûrê Kurdistanê Kerkuk, Hewlêr, Silêmanî û Dihokê hatine kirin, de agahî da. Omar diyar kir ku Enfal di dîroka mirovahiyê de sucê herî mezin e li hemberî Kurdan hatiye kirin û bal kişand ku herî zêde jin ji vê yekê bandor bûne. Piraniya kesên ji komkujiyê rizbar bûn jin bûn û bi xêra van jinan encam û berfirehiya vê qirkirinê hatine diyarkirin.
Omar destnîşan kir ku di encama lêkolînên wan ên li ser Enfalê de hat diyarkirin ku bi hezaran jin di girtîgehan de li rastî tecawizê hatine, lê ji ber hesta şermê, gelek jin nexwestine der barê vê mijarê de biaxivin, her wiha, xwestine ku navên wan neyên aşkerekirin. Bal kişand ku jin û zarokên Kurd di dema Enfalê de trajediyên tirsnak jiyane û ragihand ku hin jinên Kurd birine welatên din Ereb û firotine şêxên ereban an jî klûbeyên şevan.
Omer destnîşan kir ku di warê aboriyê de jî Enfalê Kurdistanê ber bi hilweşandinê ve birin, di encama Enfalê de 4 hezar 500 gund bi erdê re bûne yek û wêran bûne û bal kişand ku piştî Enfalê nexweşiyên psîkolojîk û civakî rû dane. Omar diyar kir ku Enfalê bandorê li aliyê civakî yê Kurdan jî kiriye û bi hezaran Kurd neçar man ji cih û warê xwe koçber bibin, ji çanda xwe dûr bikevin û ji xwendin-nivîsandinê dûr bimînin.
Omar xwest ku Enfal weke qirkirinê were qebûlkirin û berpirsên wê bêne darizandin û cezakirin. Her wiha, diyar kir ku ji sedî %73,7 jinên ku ji Enfalê rizgar bûne, niha bê kar in û pêşniyar kir ku Wezareta Enfalkirî û Şehîdan a Herêma Kurdistanê vê rewşê bibîne û alîkarî bidin van jinan. Omer, ji bo ev qirkirina bi serê Kurdan hat neyê ji bîrkirin, ji nifşekê derbasî nifşek din bibe, xwest navendek neteweyî ji bo berhefkirina agahî û belgeyên der barê Enfalê de bê avakirin.
Parlementerên Başûrê Kurdistnaê Peyam Ahmed Mohemedmin û Ala Talabani bal kişandin ku rejîma Sedam xwestiye di salên 1981-86 de xwestiye Kerkukê bike bajareke Erebî, bal kişandin ku bi Enfalê hewl dan Kurdan di warê biyolojîk û çandî de ji holê rakin.
Her du parlementeran destnîşan kirin ku di dema qirkirinê de zarok, ciwan û mêr dihatin kuştin, lê jin dihatin tecawizkirin û firotin. Parlementerên xwestin ku Hikûmeta Bexdayê Enfalê bi awayeke fermî weke qirkirinê qebûl bike û kesên di encama qirkirinê de ji cih û warê xwe bûne, vegerin ser axa xwe.