‘Jin behsa felsefeyeke jiyanê dikin ku ew felsefe mirinê red dike’

Rojnamevan Marya Husseynpenahî diyar kir ku şoreşa jin, jiyan, azadî ne şoreşeke rojane yan jî demkîy.e Ev şoreşeke zihnî ye ku divê her berdewam be.

Di bernameya Lapere a radyoya gel de duh hatiye belavkirin, Endama Çapemeniya Azad a Rojhilatê Kurdistanê Marya Husseynpenahî bal kişand ser nêzikatiyên civakê û guhertinên ku şoreşa Îran û Rojhilatê Kurdistanê daye ava kirin û wiha got “Li ser kêla gora Jîna Emînî ‘Jîna giyan to nemir î, navê te remz e’ hat nivîsandin. Behsa nemiriyê tê kirin. Baweriya civakê bi mirinê nîn e, baweriya wan bi jiyanê heye. Li hember şehadetên ku çêdibin, bi serbilindî bêyî ku veşêrin ango ji rejîmê bitirsin, bi reqs û bi diruşiman şehîd pêşwazî dikin. Goristan kirine cihê şahiyê.”

Husseynpenahî, behsa berxwedana dîrokî ya gelê Rojhilat kir û wiha got: “Kurdistan û Kurd bi pêşengtiya xwe, bi îradebûn, bi armanca civakeke azad her tim li dijî desthilatdariyê rawestiyane û ew qebûl nekiriye. Dema ku Şoreşa gelan di 1979’an de pêk hat û Xomeynî fermana Cîhadê ji bo Kurdistanê da û ji leşkerên xwe re got ‘Nabe hûn potînên xwe deynin, heta hûn Kurdistanê dagir nekin’ Kurdan bi berxwedana xwe vê demê nîşanê desthilatdaran da ku zor be jî ew desthilatdar qebûl nakin û wê heta bi hetayê li ber rabibin.”

Husseynpenahî bal kişand ser Koça Merîwanê ya bi nav û deng û di şexsê Dayê Tela de behsa kevneşopiya pêşengtiya jinê dike û wiha pê de çû: “Dema gel ji Merîwanê derket ji kes nema ku artêş desthilatdariya xwe li ser bisepîne, lewma neçar man û çûn cem gel û Kek Foad. Ji gel re gotin ku hûn ê li vê çolê ji birçînan bimirin, vegerin Merîwanê. Li vir jineke bi navê Dayê Tela bersiv dide wan û pela darê destnîşan dike û dibêje; ‘Ez amade me ku van pelan bixwim, lê ez ê di bin dagirkeriya we de nejîm.”

‘XWEDÎDERKETINA LI ŞOREŞA JIN, JIYAN, AZADÎ, BI RÛXANDINA PERGALA ÎMRALIYÊ PÊKAN E’’

Marya Husseynpenahî destnîşan kir ku girêdana şoreşa Jin, Jiyan, Azadî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re heye û wiha axivî: “Rêber Apo li dijî pergala cîhanî helwest nîşan da. Pergala desthilatdariyê xwest ku vîna Rêber Apo teslîm bigire, lê Rêber Apo qebûl nekir û têkoşiya. Ev têkoşîn bi xwe re sînordar nehişt, kir malê giştî. Şoreşa ku li Bakur dest pê kir, di asta cîhanî de deng vedide û herkes xwe tê de dibîne.”