Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zûbeyîr Aydar “teoriyên komployan” ên piştî çalakiya HPG’ê ya li Oremarê nirxand û got; “Bila her kes destê xwe deyne ser wijdana xwe, ma beriya vê bûyerê agirbestek hebû? Ma gelo me ji bo hev sozek wiha dabû û em li ser soza xwe nesekinîn?”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zûbeyîr Aydar,li ser hesaba xwe ya Twitterê ya bi navê “@ZubeyirAydar” çalakiya gerîlayan a li Colemêrgê û gotûbêjên piştî vê çalakiyên ên di rojevê de nirxand.
Aydar got; “Atmosferek wiha ava dikin: Tu dibêjî qey li holê aşitî heye, pirsgirêka Kurd nemaye, her tiştk çareser bûye, her der gul û gulistan e, û PKK’ê ji bo xirabkirina aşitiyê vê çalakiyê li dar xist. Di çapemeniyê de teoriyên komployan ên mezin hatin pêşxistin. Weke “Li demê binêrin, beriya hevdîtina Obama û Erdogan, kengî behsa aşitiyê were kirin, PKK her tim vê dike, di PKK’ê de baz û kevok hene…”.
Aydar diyar kir ku hin nivîskarên ku ew girîngî didin nêrînên wan jî rabûn tevlî vê nêrînê bûn û got; “Gelo bi rastî jî li holê aşitî heye? Bi rastî jî wisa ye?”
Aydar wiha nivîsand:
“Em wiha lê binêrin:
1-Tam 331 roj in hevdîtin bi Serok Apo re pêk nayê. Hemû parêzerên wî hatine girtin, rewşa wî çawa ye, tu kesek ji me nizane.
2-Ev 15 meh in, gelo artêşa Tirk tenê rojek jî rawestiya? Ma her roj operasyon nehat kirin? Ma di vê demê de nêzî 300 hevalên me şehîd nebûn? Ma di zivistanên dijwar de, li cihên herî asê yên çiyayan bi teknîkên herî xurt operasyon li dar nexistin û bi dehan hevalên me qetil nekirin?
3-Di van sê salên dawiyê de tevî parlementer, şaredar, serokên bajaran, endamên meclîsan, rêveber û endamên partî û rêxistinên sivîl, parêzer, rojnamevan, xebatkarên tenduristiyê, sendîkavan û ji her pîşeyî mirov, zêdetirê 10.000 siyasetmedarên Kurd nehatin girtin? Ma beriya hefteyekê li Wanê hemû şaredarên welatparêz nehatin girtin? Ma ev operasyon hîna berdewam nakin?
4- Ma dem siyasetmedarên Kurd ên ku sê sal in doza sereke ya KCK’ê de dixwazin bi Kurdî xwe biparêzin, nayên bêdengkirin? Ma tenê ji bo du peyvên bi Kurd ev du sal in ev doz kilîd nebûye?
5-Gelo kî bû yê got; “Ger ez bûma dema min Apo girt, binê bidaliqanda. Heta ez hebim nahêlim ji wir derbikeve. Pirsgirêka Kurd tune. Qeleş”? ma ne Serokwezîr bû?
Mirov dikare vê lîstê dirêjtir bike. Gelo ev e aşitî û çareserî? Pirsgirêk bi vî awayî tê çareserkirin? Dema di zivistanê de hevalên me dihatin tunekirin, di zivistanê de li Bedlîsê 15 hevalên me di bin berfê de hatin qetilkirin, kesê wê demê ne got pêvajoya aşitiyê xirab dikin.
Bila her kes destê xwe deyne ser wijdana xwe, ma beriya vê bûyerê agirbestek hebû? Ma gelo me ji bo hev sozek wiha dabû û em li ser soza xwe nesekinîn.
Weke din, behsa lêrastanînê dikin. Lêrastanîna çi? Dibêjin nizanim beriya hevdîtina Obama-Erdogan, nizanim bersiv dan filan tiştê, çi eleqeya xwe heye? Ev zêdetirê salek e pevçûn hene. Carna biçûk, carna jî pevçûnên mezin rû didin.
Gelo beriya vê bûyerê amadekariyên çareseriyê hebûn, haya me jê tune bûn? Begno, ev pirsgirêk pir mezin e û çareseriyeke pir cidî divê. Ev pirsgirêk bi hevdîtinek a Kiliçdaroglû-Erdogan, hevdîtinek bi rêberên Kurdên Başûr re, an jî bi çend hevpeyvînan çareser nabe. Ez nabêjim ev hewldan hemû bê wate ne, bila hebin. Lê evane tenê bes nîne. Tu dê hewl bidî ku muxatabê sereke yê pirsgirêkê tune bikî, mirovê pêşengê tevgerê, dê ji cîhanê îzole bikî, tu dê bi tiştên biçûk rabî wisa nîşan bidî ku pirsgirêk hat çareserkirin, evane nabin û bi ser nakevin.
Tu çareseriyê dixwazî, wê demê muxatab diyar in. Vê tevgerê ji bo çareseriyê parametreyên xwe daniye holê û ji çareseriyeke aşitiyane ji dil e. Ger hewldaneke ji dil hebe, em ji her tiştê re amade ne. Lê zikê me ji mijûlkirin û xapandinê êdî têr bûye.”