Serokê delegasyona Yekitiya Ewropayê Jean -Maurice Ripert ku li Tirkiyeyê ye, bê ku nav bide, ji ber meseleya “kurtajê” rexne li Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan girt. Riper got; “Hin siyasetmedar hin gotinên ne guncaw dibêjin.”
Serokê Delegasyoan YE’yê Jean-Maurice Ripert li Enqereyê bersiv da pirs rojanmevanan û bê ku nav bide, ji ber daxuyaniyên wî yên der barê kurtajê de rexne li Serowkezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan girt û got; “Hin siyasetmedar hin bûyerên ku ne guncaw dişibînin hev.”
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, di 26’ê gulanê de, di 3’emîn Kongreya Baksê Jinan a Partiya xwe de axivî û ev bersiv da rexneyên li hemberî kurtajê: "Ez dizanim, vê yekê bi plan dikin. Ez dizanin vê yekê ji bor ê li ber zêdebûna şêniya welat bigirin dikin. Ez kurtajê weke cinayetê dibînim. Ez ji kesên ku radibin û rûdinin behsa Qilabanê dikin, dikim, her kurtajek Qilabanek e.”
RÊXISTINA EFÛYÊ: ŞERMA MIROVAHIYÊ
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî nerazîbûn nîşanî vê daxuyaniya Erdogan da û got; “Ev daxuyaniya Serokwezîr Erdogan der barê kurtajê de şermek a ji bo mafê mirovan e.” Rêxistinên bang li hikûmeta Tirk kir ku mafê jinan bi awayeke berfireh biparêzin.