Wezîrê Edaletê Sadullah Ergîn bersiv da îdîayên MHP’ê ku dibêje, Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ne li Girtîgeha Îmraliyê ye û got; Ocalan ev 10 sal zêdetire li Girtîgeha Îmraliyê ye.
Lijneya Giştî ya Meclîsê ku di bin serokatiya Cîgirê Serokê Meclîsê Mehmet Saglam de civiyan, beriya hevdîtina li ser 3’mîn Paketa Darazê destpê bike, îdîayên derbarê Ocalan de hatin rojevê.
Cîgirê Serokê Koma MHP’ê Oktay Vûral anî ziman ku, nûçeyên ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ne li Girtîgeha Îmraliyê ye tên weşandin û her wiha xwest Wezîrê Edaletê Sadullah Ergîn di vê derbarê de agahiyan bide.
Sadûllah Ergîn li ser hemû pêşnameyê mafê axaftinê girt û di derbarê îdîayên, “Ocalanê ku hikmê xwe li Girtîgeha Îmraliyê dikêşe, ne li Îmralî li cihek dine, ji dervey rastiyê ne, ez li vir dibêjim. Ew bi xwe eve ji 10 salan zêdetire li girtîgeha Îmralî dimîne, ji vê kursiyê ji Tirkiyeyê re îlan dikim.”