Piştî Serdozgeriya Komarê ya Rayeya Taybet ya Wanê di derbarê êrîşa gêrîlayên HPG’ê ya li dijî Qereqola Ştazina Geverê, Hêzên Çekdar yên Tirk (TSK) daxuyaniyek da û got; “Di vê bûyera êrîşê de hişyariya pêwîst hatiye kirin, ji aliyê yekîneyan ve tedbîrên ewlekariyê berçavan re hatine derbazkirin û hişyartî hatine zêdekirin.”
Hat ragihandin ku, piştî êrîşa gêrîlayên HPG’ê ya li dijî Qereqola Ştazina herêma Oremar ya girêdayî navçeya Gevera Colemêrgê, Serdozgeriya Komarê ya Rayeya Taybet ya Wanê lêpirsîn da destpê kirin. Hat ragihandin ku, dê lêpirsînê bi Serdozgeriya Komarê ya Geverê re birêve bibin. Hat diyarkirin ku, dokumanên li ser cenazeyên gêrîlayên HPG’ê yên jiyana xwe ji dest dayîn hatine girtin dê vekolîn bikin, piştre agahî û belgeyên ku li gel Serdozgeriya Komarê ya Geverê bidestxistîn, bifezlekeyê bişînin Dozgeriya Komarê ya Rayeya Taybet ya Wanê.
Li aliyê din jî hat aşkera kir ku, dê cenazeyên gêrîlayên HPG’ê yên jiyana xwe ji dest dayîn jib o otopsiyê bişînin Saziyên Tiba Edlî yên Meletî û Dîlokê.
Nîqaşên di derbarê çalakiya gêrîlayan didomin, piştî lêpirsîna hate destpêkirin TSK’ê jî daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku, “Cihê ku rastî êrîşê hatî, li bejahiyê 10 km dûrî baregeha Oremarê ye, ji esman jî 5 km ye. Ev bûyer weke Oremara duwemîn binavkirin him di aliyê mekan de, hem jî di aliyê encam de tiştek ne raste.”
TSK’ya ku dibêje, hişyariyên pêwîst hatin kirin û tedbîr hatin girtin wiha got: “Her roj ji hemû herêmên tevgera ewlekariya navxweyî û çavkaniyên cûda yên eleqeder agahî tên girtin. Ev agahî ji aliyê pisporên îstîxbaratê ve tên nirxandin û vedigerînin îstîxbaratê. Him agahî û him jî zanînên îstîxbaratê bêy ku bên gîro kirin ji hemû bikarhêneran re tên şandin. Di vê bûyera êrîşê de jî hişyariyên pêwîst hatine kirin û ji aliyê yekîneyan ve tedbîrên ewlekariyê li berçavan re hatine derbazkirin û hişyartiyên pêwîst hatine zêdekirin.”
448 TEVGERÊN HEWAYÎ HATINE PÊKANÎN
Weke din di daxuyaniyê de derbarê êrîşê de jî agahî hatin dayîn. TSK’ê got; “Ji 17’ê Tebaxa 2011’an û heya roja me ya îro li Qendîlê 32 û bigiştî 448 hedefên terorîstan bi sortiyan tevgerên hewayî pêkanîne.”