Ji Swêdê ji bo serbestberdana girtiyên siyasî bangewazî

Ji Swêdê ji bo serbestberdana girtiyên siyasî bangewazî

29 parlementerên partiyên cûda yên Swêdê nameyek hevpar ji Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re şandin û girtina rojnamevan, nivîskar, parêzer, rewşembîr û siyasetmedaran protesto kirin. parlementeran xwestin girtiyên siyasî serbest bên berdan.

Parlementeran dan diyarkirin ku li Tirkiyeyê di van demên dawiyê de binpêkirinên mafê mirovan û zextên li ser saziyên sivîl zêde bûne û ev yek jî bi xwe re gumanan tîne. Parlementeran rexne kir ku hikûmeta Tirk ji bo zextê li reqîbên xwe yên siyasî bike serî li rêyên girtin, binçavkirin û mûameleyên xirab dide.

Di nameyê de tê bibîrxistin ku bi taybet rewşembîr û siysetmendarên û kesên piştgirî didin Kurdan dibin hedef û bal hat kişandin ku bi hezaran kes di bin navê “terorîzmê” de hatine girtin. Di nameyê de ev nêrîn hatiye nivîsandin; “Endama Hîndekariyê ya Beşa Zanîsta Siyasetê ya Îngilîzî û Têkiliyên Navneteweyî ya Zanîngeha Marmarayê Prof. Dr. Buşra Ersanli, Alîkarê Serokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Mûharrem Erbey, Weşanger Ragip Zarakolû, ji ber ku têkiliyên wan bi rêxistinên Kurdan re hene hati girtin. Sedema girtina wan qanûnên dijî-terorê û îfadeyên şahidên veşartî jî weke delîl tên nîşandan”.

Parlementeran dan diyarkirin ku îfadeyên şahidên nepenî weke hincet nîşandidin û destûr nadin ku parêzerên parastinê lêkolîn bikin. Parlementeran destnîşan kir ku ev qanûna li dijî terorê ya heyî, kesên ku tu eleqeya wan bi terorê re nîne, weke terorîst nîşan didin û xwestin ev qanûn li gorî standardên navneteweyî ji nû ve bê sererastkirin.

29 parlementerên ji partiyên desthilat û muxalîf bang li Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan dikin ku di serî de Prof. Dr. Buşra Ersanli, ji bo serbestberdana hemû girtiyên siyasî bikevin nava hewldanan.

Parlementerên îmzeya wan di nameyê de hene: Amineh Kakabaveh, Bengt Berg (Partiya Çepgir), Bodil Cebellos, Jan Lindholm (Partiya Keskan a Hawirdorê), Eva-Lena Johnsson (Partiya Karker a Sosyal-Demokrat), Pia Hallström, Finn Bengtsson (Partiya Moderat), Îsmail Kadar (Partiya Gel), Abir Alsahlar (Partiya Navendê) û Desirre Pethrus (Partiya Demokrat a Xrîstiyanan).

DIVÊ YE JI BO ÇARESERIYA PIRSA KURD BIKEV DEWRÊ

Parlementera Partiya Karker a Sosyal-Demokrat Shadiye Heydarî bi pênûmeyekê rewşa girtiyên siyasî yên di girtîgehên li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê de anî rojeva Parlementoya Swêd. Heydarî xwest Wezîrê Derve yê Swêdê Carl Bildt bersivê bide pêşnûmeyê û di pêşnûmeyê de hat diyarkirin ku li Tirkiyeyê ji 8 hezarî zêdetir girtiyên siyasî hene. Her wiha di pêşnûmeyê de tê destnîşankirin ku di nava girtiyên siyasî de parlementerên BDP’ê jî hene û gelek caran dikevin grevên birçîbûnê, dewleta Tirk li şûna pirsgirêka Kurd bi rêya diyalog û aşitiyê çareser bike, serî li şer û tudniyê diede.

Heydarî diyar kir ku hikûmeta AKP’ê bi tundî û şer bersivê dide daxwazên aşitî, azadiya ramanê û demokrasiyê û xwest ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd YE bikev dewrê.