Di 1’ê cotmehê de 2 ambulans û wesayîteyek agirvemirandinê dê ji bajarê Soderhamn ya Swêdê biçe Kurdistanê. 24 sal berê malbata Yenîgun ji gundê Îkîzpete ya Nisêbînê koçî Swêdê kir. Malbata Yenîgun bi piştgiriya şaredariya Soderhamn û gelê herêmê ambulans û wesayîta agirvemirandinê dê bişîne şaredariya Duruca û Nisêbînê.
Sala borî 29’ê tîrmehê de Nayîf Yenîgun yê 7 salî li bajarê Soderhamn a Swêdê di hewzêde fetisîbû û jiyana xwe ji dest da. Malbata Nayîf pereyê ku ji şîrketa sîgorteyê girt ambulansek ji şaredariya Durucayê re girt û şand. Lê dema pereyê ji sîgortayê girtin têra kirîna ambulansê nekir gelê herêmê û şaredariyê piştgirî dan wan. Dema ambulans şandin Durucayê, agahiya erdhêja Wanê girtin û ambulans çû Wanê û tevlî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bû.
Personelên ambulansê Johan Hansson û Borje Ljung bû şahidê bê eleqederbûna dewleta tirk û diyar kirin ku şadarî jî derfetên wan bi sînor e. Hansson da zanîn ku li hin herêman tu amadekariya xebatên rizgarkirinê tune û got tunebûna wesayît û dermanan badoreke mezin li wî kiriye.
GEL JI BO KURDISTANÊ BÛ SEFERBER
Di dema vegerê de biryar da ku bi malbata Nayîf re wesayîteke agirvemirandinê bikirin. Kampanyayên bexşê hatin destpêkirin û ji bo bîranîna Nayîf galayek organîze kirin. Bi piştgiriya şaredarî û gelê herêmê 2 ambulans û wesayîtek agirvemirandinê hate kirîn. Ji bo ku wesayîtan vala neşînin, telefon kirin û gotin kêmasiya we çi ye, hewcedarî bi çi heye. Bersiva cil, pêlav û pêlîstokan girtin û li ser vê kampanyayek nû dan destpêkirin. Ji bo xwendekarên dibistana seretayî û navîn bû seferber. Hemû tiştên berhevkirin di wesayîtan de bi cih kirin.
Bavê Nayîf, Şeyhmus Yenîgun der barê mijarê de diyar kir ku dema kurê wî di avê de dixeniqî, ambulans hatine cihê bûyerê û personelên wê ji bo rizgarkirina Nayîf ketine nava hewldaneke mezin û wiha got: “Lê li bajaroka me tiştekî wisa tune. Me ambulansek kirî. Gelê wir û şaredariyê jî piştirî da me. “
SALA PÊŞ 5 AMBULANS
Yenîgun wiha pê de çû: “AKP newekheviyê dixe navbera şaredariyên BDP’ê. Ev yek ji aliyê swêdiyên ku ambulans bir Kurdistanê jî hate ferqkirin. Dema çûn dîtin ku li şaredariyê wesayîta îtfayê tune, biryar dan ku wesayîta îtfayê bikirin. Bi piştgiriya rêveberiya şaredarî û meclisa giştî û gelê herêmê 2 ambulans û wesayîtek îtfayê me kirî. Gelê me yê kurd yê li vir divê axa xwe ji bîr neke. Divê bi gelê xwe re din ava piştevaniyê de bin. Ekîba ku ez jî di nav de me , dê demekê li Duruca û Nisêbînê bimîne. Di nav de Midûrê îtfaya Soderhamn, pisporên rizgarkirinê û doktor jî din av de em dê perwerdê bidin xebatkaran. Di 11’ê cotmehê de ekîb û wesayît dê biçin Kurdistanê. Piştî kursên xwe dê vegerin Swêdê.