BI DÎMEN

Ji Strana referandumê ya HDP'ê ya "Bêjin Na" re qedexeyek nû

Strana referandumê ya HDP'ê ya "Bêjin Na" piştî Şirnex û Wanê li Amedê jî hat qedexekirin.

 

 

Strana referandumê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a "Bêjin Na" piştî walîtiyên Şirnex û Wanê ji aliyê Walîtiya Amedê ve jî hat qedexekirin. Walîtiyê di teblîgatê de ku ji rêxistinên HDP'ê re şand, gotiye pêyvên stranê li dijî 3 madeyên Qanûna Bingehîn e û di rewşa aramî û ewlehiyê de wê bibe sedema înfialê. 

Li aliyê din hate gotin ku wê der barê wan kesan de ku stranê bi kar bînin  lêpirsîn were destpêkirin.