Beriya kampanyaya “Bila Nasnameya Kurdan bê Nasîn” di 15’ê Cotmehê de biçe rojeva Meclîsa Federal a Almanyayê, 14 saziyên Kurdan ên li Hamburgê name ji Komîsyona Daxwaznameyan a Meclîsê re şandin. Di nameyê de banga “Ji bo Kurd jî bikarin weke penaberên din ji mafê civakî, çandî, siyasî û aborî sûd werbigirin, divê nasnameya Kurdan bê nasîn” hat kirin.
Kampanyaya “Bila Nasnameya Kurdan bê Nasîn” a sala par bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Kurd li Almanyayê (YEK-KOM) hat destpêkirin û 40 saziyan piştgirî da, dê di 15’ê Cotmehê de bê rojeva Meclîsa Fedaral a Almanyayê. Kurdên li her çar aliyên Almanyayê dijîn, ji bo bikarin bandorê li vê rûniştina Meclîsê ya ku ji bo zêdetirê milyonek Kurdên li Almanyayê dijîn pir girîng e, bikin, ketin nava liv û tevgerê.
Beriya vê rûniştina girîng a Meclîsê, nunerên Înîsiyatîfa Nasnameya Kurdan a Eyaleta Hamburgê ya ku ji nunerên gelek saziyan pêk tê, nameyek ji Seroka Komîsyona Daxwaznameyan a Meclîsa Alman Kersten Steinke re şandin. Di nameya ji aliyê 14 saziyan ve hat îmzekirin de ev bang hate kirin:
"Em weke komeleyên komeleyên Kurdan ên xwedî nêrînên cûda û ji parçeyên cûda yên Kurdistanê, em piştgirî didin kampanyaya “Bila Nasnameya Kurdan bê Nasîn” a ku ji aliyê YEK-KOM’ê ve hatiye destpêkirin û 40 komelyên Kurdan û penaberan destekê didinê. Em bi temamî piştgiriya kataloga daxwazan a ku dê di 15’ê Cotmehê de bê rojeva Parlementoya Almanyayê.
Em vê hêviyê ji wezîrên peywendîdar û partiyên koma wan di Meclîs de hene dkin: Divê ji bo duwemîn koma mezin a penaberan ango Kurdan mîna hemû komên din ên penaberan mafên civakî, siyasî û aborî bên bi awayeke wek hev bê nasîn û ji bo vê yekê divê nasnameya Kurdan li Almanyayê bê nasîn."
Berdevkê Înîsiyatîfê Serhat Çetînkaya di nameya şand de îmzeya van komeleyan li binê nameyê da: Komeleya Çandê û Piştevaniyê, IZ Internationales Forum e.v, MIG-Centrum e.V., Club-Hunermend e.V., HEV-KAR e.V. Mala Gel a Kurdistanê ya Hamburgê, Komelya Dostaniya Kurd-Almanan, Komkar- Hamburg, Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê, Nujiyan Frauzentrum, FC Kudistan Welatspor e.V, Şêx Seîd, Komeleyên Yekitiya Weliyên Kurdan (YEK-MAL), Förderverin Karakocan e.V., Denge Theater, Generation e.V., Kurdistan-Hilfe e.V.