Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Ji saziyên Elewiyan banga Newrozê: Roja mezinkirina têkoşînê

Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (DAKB) bi boneya Newrozê daxuyaniyek dan û diyar kirin ku 21’ê Adarê hem ji bo gelên cuda hem jî ji bo baweriyên cuda sembola destpêkên nû û berxwedanê ye.

Saziyan dan zanîn ku divê Newroza îsal bi taybetî jî ji aliyê Kurdên Elewî, jin û hemû bindestan ve weke ‘’roja vejîn û mezinkirina têkoşînê’ were dîtin.

Di daxuyaniyê de hate îfadekirin ku wê têkoşîna têkildarî polîtîkayên bişaftinê yên li ser civaka Elewiyan, ferzkirina baweriyan û statuta cemxaneyan berdewam bike.

Her wiha di daxuyaniyê de zextên li ser gelê Kurd jî hatin şermezarkirin û piştgiriya daxwazên aşitî, demokrasî û hemwelatîbûna wekhev hate kirin û daxwaza bidawîkiriba desteserkirina şaredariyan, berdana girtiyên siyasî û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate kirin.  

FEDA û DAKB’ê diyar kirin ku Newroz di heman demê de ji aliyê têkoşîna ekolojîk û kedkaran ve jî rojeke têkoşînê ye û bang li her kesî kir ku beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya ku wê di 21’ê Adarê de li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê were lidarxistin, bibin. Daxuyanî bi gotinên ‘’azadî, demokrasî, wekhevî û aşitî’’ di dawî bû.