Ji rewşembîrên cîhanê li dijî AKP'ê nerazîbûn

Ji rewşembîrên cîhanê li dijî AKP'ê nerazîbûn

Li Zanîngeha Bîlgî ya li Stenbolê gelek sazî û rêxistinên navneteweyî beşdarî “Ji bo Azadiya Ramanê 8. Hevdîtina li Stenbolê” bûn û polîtîkaya AKP’ê ya li hemberî çapemeniyê hat rexnekirin. Kesayetên navdar ên weke Noam Chomsky û Tariq Elî polîtîkayên AKP’ê rexne kirin.

Piştî civîna li Zanîngeha Bîlgî hat lidarxistin, saziyên navneteweyî belavokek belav kirin. Di nava kesên îmze dane belavokê de Rêxistina Efûya Navneteweyî, Madde 19, Mala Azadiyê, Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan, Endeksa Sansurê, Yekitiya Weşangerên Cîhanê, PEN’a Navneteweyî, Rojnamevanên Sînor Nenas, Yekitiya Weşanên Radyoyê û gelek kesayet û rewşembîr hebûn.

Di belavokê de hat diyarkirin ku li Tirkiyeyê di warê qanûnî û rêveberiyê de astengî li pêşiya azadiya ramanê hene û hat destnîşankirin ku rojnamevan, nivîskar, weşanger, akademîsyen, xwendekar, hunermend, sendîkavan, siyastmedar, bê ku serî li tundiyê bidin, ji ber nêrîn û ramanên xwe tên darizandin, girtin û cezakirin û wiha dom kir; “Em vê yekê dişopînin û şermezar dikin.”

JI KESAYETÊN CÎHANÎ PIŞTGIRÎ

Gelel profesorên naskirî, nivîskar û çalakên navdar ên cîhanê piştgirî dan belavokê. Profesorê navdar ê DYA’yî Noam Chomsky di peyama şand de got; "Li Tirkiyeyê ez zextên ku di van demên dawiyê de zêde dibin, hemû hêviyên ku piştî bûyerên salên 1990’an çêbibû, têk bir û pêvajoyê ber bi cihek din ve bir, ev yek mirov xemgîn dike.” Chomsy destnîşan kir ku kesên wê demê ji têkoşînê nedireviyan, îro jî bi biryar û dilsoz in, evane piştgirî û rêzdariyeke mezin heq dikin.

Rojnamevana navdar a Meksîkayî Lydia Cacho jî di peyama xwe de got; “Li her derê dixwazin dengê me rojnamevan û nivîskaran bibirin. Lê ev rêje li welatên weke Meksîka, Rûsya û Tirkiyeyê zêde ye. Hemû cîhan jî baş dizane ku Tirkiye di pêkanîna qanûnên navneteweyî yên ji bo azadiya ramanê de ne serkeftî ye.” Cacho bal kişand ser rojnamevanên ji ber pîşeya xwe hatine kuştin û diyar kir û ew bi nivîsên xwe ve dijîn û got; “Divê em dest jê bernedin, heta dengê me digihe her derên cîhanê.."

Nivîskarê DYA’yî, romannivîs, helbestkar û senarîst Paul Auster bal kişand ku Tirkiye di warê azadiya çapemeniyê de “bi qusur” e û piştgiriya xwe ji bo rojnamevan û nivîskaran anî ziman.

TARIQ ELÎ: EM XAPIYAN!

Nivîskar û rojnamevanê navdar ê Pakîstanî Tariq Elî jî di peyama ji civînê re şand de diyar kir ku geşdanên li Tirkiyeyê wî xistiye nava fikaran. Elî diyar kir ku AKP’ê wana xapandiye û got; “Me di got êdî hikûmeteke demokratîk heye, dê her tişt biguhere. Me digot dê pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê pirsgirêak Kurd, pirsgirêkên din sendîka, çapemenî û ramanê çareser bike. Bi taybet êrîşên li ser rojnamevan û nivîskaran, dîsa çaresernekirina pirsgirêka kurd, hêviyên me şkand.”