Aktîvîstên înternetê RedHack ên bi çalakiyên xwe yên siyasî hat rojevê di meha Tîrmehê de êrîş birin ser malpera Wezareta Derve ya Tirk û belgeyên ku bi dest xistibûn weşand.
RedHack di rûpela xwe ya malpera tora civakî Twitterê de ragihand ku ji ber ku ciwanên bi hinceta “hacker in” hatine girtin, serbest nehatine berdan, van belgeyên Wezareta Derve weşand. Redhackê belgeyên Wezareta Derve ya Tirk li ser lînka: http://www.scribd.com/doc/103910584/140036b4-69fe-4cca-88fb-89ed07162fe1 weşand.
Di belgeyan de belgeyên li binê wan îmzeya Wezîrê Derve Ahmet Davûtolgû, Serokkomar Abdullah Gul û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan hene.