Delîlên’ ku dozger û polîsên Tirk xistine nava ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ hemû sînorên hiş û aqilê mirovan derbas dike. Pirtûka DÎHA’yê der barê kesên di binçavan de hatine qetilkirin jî, weke der barê gerîlayên PKK’ê yên di şer de jiyana xwe ji dest dane, hatiye destnîşankirin. Nivîsa ku Mehmet Alî Bîrand der barê pirtûka xwe de nivîsandiye jî weke dokuman hatiye nîşandan. Nameya tehdîdê ya TÎT’ê jî di nava dosyayê de ye. Tişta herî balkêş nivîsa li pişta kartvîzîta parêzer Huseyîn Çalişçi hatiye nivîsandine .e
Di nava dosyaya “Doza Çapemeniyê ya KCK’ê de”, çi heye û çi tune ye, her tişt weke delîl hatine nîşandan. Di klasora bi jimareya 101 de “Belgeyên rêxistinî” yên der barê Îrfan Bîlgîç de, kartvîzîtek heye û şîroveya polîsên Tirk a der barê vê kartê de jî tam sosret e!
Karvîzît jî ya endamê buroya Huqûqê ya Bîrîkîm Huseyîn Çalişçi yê ku niha ji Doza Parêzeran a KCK’ê hatiye girtin e. Ev kart li ba Îrfan Bîlgîç hatiye dîtin. Li pişt kartê destnîvîsa “Serlêdana DMME’yê” heye. Polîsan der barê vê kartê de di rûpela 17’emîn a klasora 101’emîn de şîroveyek sosret kir.
Di şîroveya polîsan de tê gotin ku ev karvîzît a kesê bi navê Huseyîn Çalişçi yê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di çarçoveya lêpirsîna madeya 2010/521 de hatiye binçavkirin û di çarçoveya madeya 2011/107 ji aliyê 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve hatiye girtin e û li ser aliyê din ê piştî hin dadgehên navneteweyî mafê serlêdanê dane vî kesî.
NIVÎSA BERIYA 20 SALAN A BÎRAND JÎ DI NAVA DOSYAYÊ DE YE
Yek ji “delîlên” der barê nûçegihanê rojnameya Vatanê Çagdaş Ûlûs de jî nivîsa ku rojnamevan-nivîskar Mehmet Alî Bîrand di 3’yê cotmeha 1992 de nivîsandiye ye. Bîrand di vê nivîsa xwe de behsa pirtûka xwe ya di nava çar salan de nivîsandiye dike.
Di dosyaya nûçegihana DÎHA’yê Guneş Unsal de jî nûçeyek ji rojnameya Cumhuriyetê hatiye birîn heye. Di nûçeya bi sernûçeya “Li dijî GAP’ê BOP” de nexşeya Kurdistanê heye. Rojnameya Cumhuriyetê di nûçeya xwe de diyar dike ku DYA dixwaze di çarçoveya Projeya Mezin a Rojhilatanavîn de Kurdistana mezin ava bike. Lê ev nûçe ji bo Guneşê weke “delîla” rêvebertiya KCK’ê hatiye destnîşankirin.
NAVEROKA PIRTÛKÊ JÎ HATIYE BEREVAJÎKIRIN
Yek ji “delîlên” di buroya DÎHA’yê ya Enqereyê de hat dîtin jî pirtûka bi navê “Ma niha ji wan re dibêjin mirî” ya Saadet Yildiz e. Pirtûk der barê kesên di binçavan de hatine wendakirin de ye. Bi malbatan re hedîtin pêk anîne û ev pirtûk amade kirine. Pirtûka DÎHA’yê der barê kesên di binçavan de hatine qetilkirin jî, weke der barê gerîlayên PKK’ê yên di şer de jiyana xwe ji dest dane, hatiye destnîşankiri
NAMEYA TEHDÎDÊ YA TÎT’Ê DELÎL E!
Nameya gefê yak u Tûgaya Tolhildanê ya Tirk (TÎT) ji buroya Enqere ya DÎHA’yê re şand jî di nava dosyayê de weke delîl cih girtiye. Name bi navê TÎT’ê ji Mehmet Ûçar re hatiye şandin. Polîsan wêneyê vê nameyê di dosyayê de bi cih kiriye û dibêje “Propagandaya rêxistina qedexekirî ya bi navê TÎT’ê kirine.”
Daxwaznameya Emîne Tekîn a di sala 1955 de ji bo perwerdehiya Kurdî daye jî di nava dosyayê de cih digire. Lê ev nayê zanîn çima di dosyayê de cih girtiye.
FOBÎYA ANF’Ê YA POLÎSAN
Di klasora bi navê “Klasora Çapemeniyê” de fobiya ANF’ê ya polîsan li ber çavan e. Polîsan di 20’ê Berfanbara 2011 de bi ser gelek cihan de giritn û yek ji vana jî Şîrketa Belavkarî ya Firatê ya li Taksîmê bû. Her çendî di destpêka têbiniyan de “Şîrketa Pîşeyî û Bazirganî ya Belavkariyê Firatê” hatibe nivîsandin jî, lê polîs di nava têbiniyên xwe de dibêjin “ Di lêgerîna li Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) hate kirin…”