Rêxistina bajarê Uppsala ya Partiya Çepgir a Swêdê bi daxuyaniyeke nivîskî giritina girtina Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Adem Ûzûn ku ji aliyê aliyê Franseyê ve pêk hat, şermezar kir.
Ji berdevkên Peywendiyên Derve yên Partiyê Yekbûn Alp û Joakim Medin bi daxuyaniyekê bi bîr xistin ku Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan di kanalek a televîzyonê de gotiye; “Franse û Almanya di mijara terorê de piştgiriyê nadin Tirkiyeyê” û bal kişandin ku girtina Ûzûn piştî van dxuyaniyên Erdogan pêk hat.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku zextên li hemberî kesayetên ku bi awayeke çalak ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dixebitin, ne tenê li Tirkiyeyê, li hin welatên Ewropayê jî berdewam dikin û wiha hat gotin: “Ev yek tê zanîn ku dewleta Tirk ji roja hatiye avakirin û heta îro mûameleyên xirab li Kurdan dike. Lê gava Ewropa jî dibe parçeyek ji zextên dewleta Tirk li Kurdan dike, ev yek mirov matmayî dihêle. Niha, têkiliyên bazirganî yên di navbera Ewropa û Tirkiyeyê de di asta herî xurt de ne. Ji ber van têkiliyan Ewropa li hemberî Kurdan helwest nîşan dide, ev yek tiştek tratejedîk e. Bi taybet li welatên Almanya û Franse gavek din ji welatên Ewropayê wêdetir avêtin û li welatên xwe polîtîkayên girtinê yên li hemberî Kurdan berdewam kirin, ev yek nayê qebûlkirin.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku piraniya Kurdên li Ewropayê ji bo ji zextan rizgar bibin û jiyanek azad û demokratîk bijîn hatine Ewropayê, lê êdî li Ewropayê jî tu ewlehiya Kurdan nemaye.
Hate diyarkirin ku Almanya û Franseyê li ber zextên dewleta Tirk stûyê xwe xwar kirine û divê rê neyê dayîn ku ev polîtîkaya ji bo bêdengkirina Kurdan li welatên din ên Ewropayê belav bibe. Hat gotin ku girtina Adem Ûzûn, ne tenê ji bo KNK’ê belê ji bo hemû Kurdên ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin derbyeke û divê Ûzûn tavilê serbest bê berdan.