Piştî ku Parlementerê Partiya Karker a Sosyal-Demokrat a Swêdê 10 sal cezayê girtîgehê yê li Parlementera Kurd a Amedê Leyla Zana hat birîn bir rojeva Parlementoya Ewropayê, vê carê jî Partiya Çepgir a Swêdê bi daxuyaniyekê biryara 10 sal cezayê girtîgehê yê li Zanayê hat birîn, bi tundî şermezar kir.
Di daxuyaniya bi îmzeya Berdevkê Polîtîkayên Derve ya Partiyê Hans Linde û Parlementerê Parlementoya Ewropayê Mikael Gustavsson de hat diyarkirin ku ji ber ku Zana dixwaze mafên ji bo welatiyên din tên naskirin, ji bo gelê Kurd jî bên naskirin, li rastî vî cezayî hatiye.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ji ber Leyla Zana di Meclîsa Tirkiyeyê de bi Kurdî axivî, li rastî 10 salan di girtîgehê de ma. Her wiha bal hat kişandin ku Zana hêjayê Xelata Sacharov a parastina mafê mirovan û gelek xelatên din hatiye dîtin.