Ji Partiya Çep yekem car siyasetmedarek bû serokwezîr
Ji Partiya Çep yekem car siyasetmedarek bû serokwezîr
Ji Partiya Çep yekem car siyasetmedarek bû serokwezîr

Li eyaleta Thurîngen a Elmanyayê, Partiya Çep a bi SPD û Partiya Keskan re li ser mijara hikûmeta koalîsyonê li hev kir, yekemcar bû xwedî serokwezîrekî. Bodo Ramelow ê di tûra duyemîn a dengdanê ya li meclîsa eyaletê de piraniya dengan stend bû Serokwezîr û got, "Li şûna polîtîkayên rageşiyê, ez ê polîtîkayên lihevkirinê bişopînim."
Li Elmanyayê, ji bo Partiya Çep (Die Linke) ya bi desteka xwe ya ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd balê dikşîne, îro rojeke dîrokî ye. Partiya Çep ku beriya niha li eyaletên Berlîn, Mecklenburg-Vorpommern û Bradenburgê bû hevkarê hikûmetê, di dîroka xwe de yekemcar serokwezîrek ji bo eyaletekê wezîfedar kir.
Di hilbijartinên 14'ê Îlonê yên eyaleta Thuringenê de, partiya CDU ya bi serokatiya Merkel bi wergirtina 34 endamên meclîsê re bû partiya yekemîn, lê belê xwe nêzî avakirina hikûmetê bi demokratên sosyal SPD re nekir. Li ser vê yekê bala her kesî çûbû ser Partiya Çep ku bi bidestxistina 28 endamên meclîsê re bûbû partiya duyemîn.
Partiya Çep bi SPD a 12 kursî bi dest xist û Partiya Keskan a 6 endamên meclîsê wergirt re di meha bihurî de biryar da ku hikûmetê ava bike û bi her du partiyan re peymana koalîsyonê mor kiribû. Lê belê dihat meraqkirin ku hikûmeta nû ya bi serokwezaretiya Bodo Ramelow ê ji Partiya Çep dengê erê ji meclîsê bigire yan na. Ji ber ku hejmara giştî ya parlamenterên koalîsyona mijara gotinê 46, ya partiyên li mûxalefetê CDU û Afd (Partiya Alternatîf ji bo Elmanya) a rastgir, 45 e.
Di tûra duyemîn a dengdana îro de, hikûmeta koalîsyonê bi 46 dengan dengê pê baweriye stend. Bi vî rengî ne tenê li Thurîngenê ji dema yekbûna her du Elmanyayan û vir ve, yekemcar siyasetmedarekî ji Partiya Çep bû serokwezîr.
WÊ LI DIJÎ NÎJADPERESTIYIÊ TÊBIKOŞ E
Hilbijartina Ramelow ê 58 salî di nava Partiya Çep de rê li ber kêfxweşiyê, di nava Xiristiyanên Demokrat ên li desthilatdariyê de jî rê li ber hêrsê vekir. Li eyaleta Thurîngenê ji sala 1990'î dema yekbûna her du Elmanyayan û vir ve, yanî ev 24 sal in CDU li ser desthilatdariyê bû.
Tevî antî propaganda hikûmeta federal jî, Serokwezîrê Partiya Çep Ramelow di daxuyaniya xwe ya piştî hilbijartinê de diyar kir ku ew ê siyaseta rageşiyê nemeşîne û got, "Heta ji destê min bê, ez ê hewl bidim di rewşeke lihevanînê de bim."
Di peymana koalîsyona bi serokwezaretiya Partiya Çep de, têkoşîna li dijî rastgiriya tund, yek ji xalên herî girîng e.