Ji Ozgur Gudemê ji bo rojnamevanên girtî bang

Ji Ozgur Gudemê ji bo rojnamevanên girtî bang

Gerînendeya Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Prz. Eren Keskîn têkildarî rûniştina doza rojnamegeran ya 10'ê Îlonê daxuyanî da û banga tevlîbûna rûniştinê kir.

Rûniştina 36 jê girtî 44 rojnamevanên Kurd yên di 20'ê Kanûna 2011'an de di bin navê operasyona “KCK”ê de hatin girtin, dê di 10'ê Îlonê dê li 15'emîn dadgeha Cezayê Giran ya Edliyeya Çaglayana Stenbolê bê dîtin. Beriya rûniştina dozê Gerînendeya Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Prz. Eren Keskîn daxuyanî da û banga tevlîbûna rûniştinê kir.

Keskîn bi navê "Banga dostan" daxuyaniyek da. Keskîn di daxuyaniya banga tevlîbûnê de diyar kir ku, niha li girtîgehên Tirkiyeyê hêj 98 rojnamegerên Kurd, nuçegîhan, nivîskar û xebatên rojnameyê girtî ne û wiha got: "Di salên dawî de li dijî rojnamegerên Kurd operasyonek mezin tê lidarxistin. Herî dawî di 20'ê Kanûna 2011'an de 44 rojnamegerên Kurd hatin binçavkirin û piştî binçavkirina 4 rojan di 24'ê Kanûnê de 35 rojnamegerên Kurd yên çapemeniya azad hatin binçavkirin. Di 10'ê Îlona 2012'an de rûniştina rojnamegerên Kurd li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê dê bê dîtin. Em dê di 8'ê Îlonê di demjimêr 18:30'an de li Qada Taksîmê meşek bi girseyî pêk bînin. Di roja rûniştinê 10'ê Îlonê de jî di demjimêr 10.00'an de em dê li ber Edliyeya Çaglayanê amade bibin. Em bang li hemû rojnamevan û dostên xwe dikin ku di 10'ê Îlonê de li ber edliyeyê amade bibin.