Li Tirkiyeyê di raya giştî de ji ber sedema cînayetên kiryar nediyar yên di navbera salên 1993-1996’an a herêma Sapanca-Ducze- Hendek wekê ‘sêgoşeya mirinê’ dihat binavkirin. Dosyeyên van cîneyatan ji nû ve tên vekirin.
Dozgeriya komarê ya Sapanca ji ber giştînameya ‘Esas û Usula Lêpirsînê’ ya Lijneya Bilind a Dozger û Dadgeran biryar da ku nêzî 1100 dosye ji nû ve bên lêkolînkirin.
Di pêkanîna lêpirsînê ya nû de dê delîlên piştî cÎneyatê hatin bidestixin ji nû ve bên nirxadin û bi taybetî jî dê rêja tiliyan ji agahiyên cendermeyan bên lêgerîn. Her wiha dê delîl ji şopa tiliyên kesên serî li karûbarên pasaport, ehliyet û ruhsatê dane jî bi yên Midûiryeta Giştî ya Polîsan a sîstema AFÎS re bînin ber hev.
Di sala 1993’an de Serokwezîra demê Tansu Çîler diyar kiribû ku lîsteya hunermend û karsazên ku alîkariyê dide PKK’ê di destê wê de ne û gotibû dê hesab ji wan bipirsin. Piştî vê daxuyaniyê di nava wan de Behçet Canturk û Savaş Buldan jî hebû bi dehan karsazên kurd hatin kuştin û revandin. Piştî direvandin cesedên wan li herêma ku jê re digotin ‘ Sêgoşeya mirinê’ dihatin dîtin.
Demek dirêj mijar di piştperdeyê de mabû. Lê bi îtîrafên tîmê taybet Ayhan Çarkin ev derketibûn holê. Lê cihên ku Çarkin nîşan dabûn cedreme û polîsan lêgerîn kir lê tiştek nedîtin.