di vê demê de ku her kes qala yekîtî, piştgirî û hevbendiyê dike, ne tenê siyasetmedar lê pêdivî heye ku her kesên xwedî hişmendiyeke netewî xwedî li barê xwe derkevin. Helbet rola nivîskar, rewşenbîrên kurd her dem giring e, bi taybet bi hişmendî, ferast û helwestên xwe, di nava civakê de diyarker e. Di van rojan de mînakek bi wate çêbû, li Başurê Kurdistanê bi rêveberiya nivîskar, rewşenbîr Sebrî Silêvanî kampanyayek alîkariyê bo Rojavayê Kurdistanê hate destpêkirin. Nivîskarê ku xwediyê nêzî deh berhemên wêjeyî û fîlozofiye, di derbarê vê kampanyayê de dide diyarkirin ku armanca wan ne tenê alîkariyeke maddî lê bêhtirî xwe manevî ye.
Nivîskar û mamoste Sebrî Silêvanî ji 20 ê Îlonê heya 28 Îlonê dest bi kampanya xwe ya taybet kirin. Armanca vê alîkariyê “kampa Domîz “ ya li Başûrê Kurdistanê ku ji bo xelkê Rojavayê Kurdistanê hatibû avakirin bû. Ev însiyaîf berfireh bû û gelek kes û derdor beşdarî vê çalakiyê bûn. Di encamê de alîkariyeke baş hate komkirin û di roja 29 Îlonê de ev alîkarî bi awayekî fermî gîha ber destên birêveberiya kampa Domîz.
Li gor agahiyên ku Silêvanî dane, nêzî 40 Ton tiştên xwarinê, cilûberg, aman, firax, nivîn û navmaliyên din kom bûne. Her wiha nêzî 9,6,33,500 (neh mılyon û şeşsed û sî û sê hezar û pêncsed) dînarên Îraqî, ku dikin nêzî 8000 dolarên Amerîkî hatin komkirin.
Romannivîs Silêvanî ku wek rewşenbîrekî xwedî helwest tê nasîn bersiva pirsên me yên di derbarê vê kampanyaya alîkariya bo Rojavayê Kurdistanê de wiha da.
Me bihist we kampanyayek li Başurê welat, ji bo kampa kurdên Rojava dest pê kiriye, ji bo çi pêdiviyek bi kampanyayek wisa?Ji bilî armancên xêrxwazî, merovatî û niştîmanî, me du armancên din hebûn. Yek, me xwest ciwan û lawên Başûr li gorî hizra neteweyî û niştîmanî perwerde bikin, ku Kurd Kurd e, ti ferq û cudayî di nêvbera Başûr, Bakûr, Rojhilat û Rojava de tune ye. Em yek millet in, yek hebûn û yek çarenivîs. Du, me xwest peyamekî bidin Kurdên Rojava, ku hûn ne mêhvan in an penaber in, belê hûn xwediyên malê ne, li ser xaka xwe ne û di nava milletê xwe de ne.
Tu di karî hinekî qala kampa Domiz bikî ku alîkariya we ji wir re bû?Kampa Domîz dikeve başûrê Dihokê, li devera Domîz e. Heya niha hejmara Kurdên Rojava li wir, wek ku tê gotin, gîhaye 25 hezar kesan, ango bêhtir ji 3 hezar xêzanan. Alîkarî berdewam hene, belê têrî wan nake. Ji ber ku hejmara wan ber bi zêdebûnê ve diçe, rojane gelek xelk tên kampê. Her wiha, nexweşî û derdên din jî hene. Xizmetek mezin tê kirin, belê gazinde jî hene ku car car rêkxistin ne di asta pêwîst de ye.
Organîzasyon û rêbaza we çawa bû, we kar çawa da meşandin, we di kîjan waran de alîkarî da hev?Heya radekî baş bû. Me di heyama 7 rojan de alîkarî kom kirin. Me ciyekî taybet amade kir ji bo ku xelkê me yê li Başûr qesta me bike û alîkariyên xwe pêşkêş bike. Her wiha trembêlên me li nava gund û bajêran digeriyan. Aliyê hukmetê pir alîkariya me kir. Her wiha bi hevkariya yekîtiya zanayên ayinê Îslamî, komîteya Sêmêlê, senterê rewşenbîrî me ev kampanya bi awayekî serkeftî domand. Me karî di wan rojan de hejmarek yekcar mezin ji tiştên navmalî kom bikin, hûr û gir, keda me gîha nêzî 40 Ton amûr. Ji bilî pereyên ku nêzî 8000 dolarên Amerîkî me dan hev. Me navmalî gîhande îdara kampê, belê pere wê bibin para kesên nexweş ji bo ku wan pêwîstî bêhtir pê heye. Ew ê ji hêla komîteya amadekar ve li ser wan kesan bêne parvekirin. Me di dawiya kampanya ya xwe de, (di 2012. 09. 29 an de,) li kampa domiz preskonferansek çêkir û ev hemû agahî li wir pêşkêş kirin.
Piştgiriya gel çawa bû, derdor çawa pêşewaz kir daxwaza we ya alîkariyê?Pir baş bû, ji xwe yek ji armancên me ew bû ku em asta piştgêriyê bizanibin. Em spasiyên taybet ji gelê xwe re dişînin, her kesî digot: ma qey me reva milyonî li sala 1991 an ji bîra kir?
Wek rewşenbîr, nivîskarekî nêrîna te li ser rewşa Rojavayê Kurdistan çi ye, piştgiriya beşên din yên kurdistanê çawa dibînî bo rojava? Hûn jî dizanin ji hêla poletîkayê ve, pilan û acenda hene û dibe ku heya radekî di berjewenda Kurdan de be, belê ji hêla mirovatî û çarenivîs, ez ne gelekî geşbîn im. Derbarê piştgêriya beşên din, bi baweriya min ne di asta pêwîst de ye, gereke pirs bibe pirsa millet û netewekî, ne pirsa aliyên siyasî tenê. Gerek e beşên din hemû xwedî derkevin li Rojava, îro dema xwedîderketinê ye.
Gotina dawiyê?Ez ji dil sipasiya gelê me dikim ku hest bi erk û berpirsiyariya xwe a nîştîmanî û merovatî kir, her wiha sipasiya tev aliyên alîkar û bo we hevalên hêja.
SEBRÎ SILÊVAN KÎ YE?
Sebrî Silêvanî romannivîs ji Başûrê Kurdistanê ye. Heya niha nêzî 10 berhemên wî ên çand û edebiyatê çap bûne, çar ji wan berheman roman in, ên din jî di navbera rexne, hizr û fîlosofiyê de ne. Silêvanî di sala 1993 an de ber bi Ewrupa çû û li Holenda bi cî bû, wî çaxî rewşa Başûr nerehet bû bi taybet şerê birakujî di nêvbera herdû partiyên desthilatdar de hebû. Li sala 2006 an Silêvanî vegeriya Başûr û dest bi karê mamostayiyê kir û heya niha vî karî berdewam dike. Romanên wî ji bo zimanên din yên biyanî jî hatine wergêrandin, wek zimanê Englizî, Erebî. Her wiha li bakûrê welat jî bi latînî pirtukên wî çap bûne. Roman û berhemên wî bêtir bingeha xwe ji merov / takekes werdigirin.