Ji neviyên Aşiq Veysel li hemberî AKP’ê bertek

Ji neviyên Aşiq Veysel li hemberî AKP’ê bertek

Neviyên Aşik Veysel bertek nîşanî ku duh di kongreya AKP’ê de Recep Tayyîp Erdogan gotinên strana ‘Uzun înce bîr yoldayim’ xwend û ji dengê Aşik Veysel stran li salona kongreyê hate gotin, da.

Neviyê Aşik Veysel ji rojnameya Cumhuriyetê re axivî û diyar kir ku ji wan destûr nehatiye girtin û wiha gto: “Aşik Veysel keseyatek li ser siyaset û partiyane. Hewl tê dayîn ku Aşik Veysel bikin amûrê siyasetê.”

Suzer da zanîn ku ger Aşik Veysel saxbûya dê li dij van tiştên pêk tê bihata û da zanîn ku sedema nîşandana berteka wan jî ev e ku di kongreyê li Aşik Vesyel hewl tê dayîn ku peyman bidin kesên democrat, pêşveçûyî, elewî û welatparêz.

Suzer wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desthilatdarî dive Aşik Veysel bikarneyne û dîrek bi pêkanînên xwe vê yekê nîşan bide. Dema li kongreyê min bi dengê Aşik Veysel stran bihîst ez matmayî bûm. Lê nedihat hişê me ku AKP Aşik Veysel bi kar bîne. Madem evqas xwedî lê derdikevin, li şûna ku peykerê wî ji Enqereyê rakirin şandin gundê Şarkişlayê, bila li wir peykerekî nû çêbikirana. An jî bila ji muzeyê re rê çêbikirana.”