Ji NAVEND’ê bo YEK-KOM’ê nameya piştgiriyê

Ji NAVEND’ê bo YEK-KOM’ê nameya piştgiriyê

Navedana Lêkolînê ya Kurd (NAVEND) diyar kir ku ew piştgiriyê didin kampanyaya ‘Bila Almanya nasnameya kurd nas bike’ ya ku hefteya pêş tê bê rojeva Meclisa Federal a Almanyayê. NAVEND’ê ji YEK-KOM’ê re ku pêşengiyê ji kampanyayê re dike, nameyek şand û daxwazên serkeftinê kir.

Li Meclisa Federal a Almanyyayê di 15’ê cotmehê de dê runiştina ‘Bila nasnameya kurd bê nasîn’ dê pêk were û beriya vê daxwazên kampanyayê ji aliyên cuda ve û komên penaber yên cuda ve piştgirî girt. Bi dehan lijneyên penaberan, rewşenbîr, akademîsyen û hunermendan ji Meclisa Federal re name şand û dixwazin daxwazên kampanyayê bên qebûlkirin.

Navena Lêkolînê ya Kurd (NAVEND) ya ku li Bonnê ye ji YEK-KOM’ê re ku pêşengiyê ji kampanyayê re dike nameyek şand. Di nameya NAVEND’ê ya ji YEK-KOM’ê re şand wiha tê gotin:

“Em wekî wekî Navedan Lêkolînê ya Kurd ev demeke dirêje ji bo ku nasnameya kurdan li Almanyayê bê nasandin dixebitin. Di vê mijarê de em piştgiriyê didin kampanyaya we û em ji ber ku ev mijar bûye roja siyasiyan silav dikin. Ev hêvine ku dê guherîneke siyasî bê jiyîn û serkeftinê dixwazin.”

Piştî bi sedan lijne, rewşenbîr û hunermendan, Hevserokên BDP’ê Gulten Kişanak û Selahattîn Demîrtaş jî name şandibû Komîsyone Daxwaznameyê ya Meclisa Federal. Hevserokên BDP’ê balk işandibûn ser kampanyaya YEK-KOM’ê û diyar kiribûn ku divê daxwazên kurdan bên qebûlkirin.