Ji NAV-DEM'ê banga ji bo çalakiya 12'ê Mijdarê ya li Kolnê
NAV-DEM'ê ji bo meş û mîtînga mezin a 12'ê Mijdarê roja Şemiyê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
NAV-DEM'ê ji bo meş û mîtînga mezin a 12'ê Mijdarê roja Şemiyê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, desthilatdariya AKP'ê ya bi serkêşiya Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, ji bo tinekirina Têkoşîna Azadiyê ya gelê Kurd û avakirina sîstema faşîst dîktatorî ya neteweperst, olperest û zayendîperest, hemû hêzên civakê tevizandiye.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji bo vê jî, di serî de qirkirina çandî û fîzkî serî li her rê û rêbazê dide." NAV-DEM'ê da xuyakirin, ku di demekê de ku li gelemperiya Kurdistanê têkoşîna Kurdan a li dijî dewletên faşîst û rêxistinên terorîst ên mîna DAIŞ'ê bilind bûye, ev êrîşên qirkirinê yên faşîst bêsînor zêde bûne.
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, xeleka dawî ya van êrîşan jî girtina parlamenterên HDP'ê yên bi 6 mîlyon dengan hatin hilgirtin, girtina hevşaredaran û desteserkirina şaredariyên Kurd e. NAV-DEM'ê destnîşan kir, rejîma AKP/Qesrê êrîşî Kurdan, Elewiyan û hemû hêzên demokratîk û mûxalîf dike.
Di daxuyaniyê de girtina gelek rewşenbîr, nivîskar û organên çapemenî-weşanê hatin bibîrxistin û hat gotin "Eger li dijî faşîzma AKP'ê di bin sîwana eniyeke demokratîk de berxwedaneke cidî neyê nîşandan, dibe ku hemû hêzên demokrasiyê bên tesfiyekirin."
NAV-DEM'ê diyar kir, li pêşiya jiyana demokratîk û azad a nasname û bawermendên cuda, tehlûkeya herî mezin faşîzma AKP'ê ya bi serkêşiya Erdogan e û hat gotin, heta ku li dijî vê faşîzmê têkoşîneke xurt nemeşîne, kes nikare ji xwe re bêje demokrat û azadîparêzim.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku xeteriya herî mezin a ji bo hêzên qirkirinê û faşîst ên Erdogan, hevgirtina Hêzên demokratîk şoreşger ên gelê Kurd bi hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyî re ye.
NAV-DEM'ê di vê çarçoveyê de ji bo meşandina têkoşîneke hevpar bang kir û da zanîn, ku ew ê bi hemû meclîs, pêkhate, sazî, federasyon, yekîtî û rêxistinbûnên xwe tevlî mîtînga mezin a 12'ê Mijdarê roja Şemiyê ya li Kolnê bibin, ku ji aliyê Elewyan, şoreşger, demokrat, sosyalîst û pêşverûyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ve tê organîzekirin.
NAV-DEM'ê bang li Kurdistaniyan, mirovên pêşverû, demokrat, azadîparêz, şoreşger û komên antî faşîst kir, ku tevlî vê çalakiyê bibin.