31 endamên parlamenter yên Meclisa Parlamenterên Konseya Ewropayê (MPKE) jibo parlamenterên li Tirkiyeyê serbest bên berdan danezaneke nivîskî weşandin.
Di nava kesên danezan îmze kirine de serokê komên sosyalîs û çepgir, serokê komîsyona siyasî ya MPKE’yê Petro Marcenero û Parlamenterê BDP’ê Ertugrul Kurkçu jî hene. Danezana bi însiyatîfa Cigira serokê giştî yê CHP’ê Gulsun Bîlgehan hate destpêkirin, serokê berê yê CHP Denîz Baykal û cigirê Giştî yê CHP’ê Haluk Koç jî cih digire.
Di danezana nivîskî de hat diyarkirin ku 8 parlamenterên girtî yên Tirkiyeyê ji 3 komên cuda ne û ji vana hinek 3 sal e di girtîgehan de û hate destnîşankirin ku ev di peymanên Konseya Ewropayê û NY û navneteweyî de li dijî azadiya siyaset, hilbijatinê ye.
Di danezanê de kesên îmze dane diyar kirin ku ew bi hempîşeyên xwe re di nava piştevaniyê de ne.
Di danezana ku ji MPKE’ê de bi awayekî fermî hate belavkirin de hate destnîşankirin ku divê rayedarên tirk ji ev parlamenter peyweira xwe îcara bikin şert û mercên baş biafirîne.
Li gorî agahiyên ji kesên îmze avêtine danezanê di demeke kurt de ger rewş neguhere dê mijarê bibin buroya îcrayê ya MPKE’ê.