Ji Meclîsa Korsîka bo siyasetmedarê Kurd Nedîm Seven madalya

Ji Meclîsa Korsîka bo siyasetmedarê Kurd Nedîm Seven madalya

Siyasetmedarê Kurd Nedîm Seven çû Korsîkayê û li wir ji aliyê Serokê Meclîsa Korsîkayê ve hate pêşwazîkirin.

Serokê Meclîsa Korsîka DominiqueBucchini, di 25’ê Îlonê de Nedîm Seven li Komeleya Dostanî ya Kurdistan û Korsîkayê pêşwazî kir..

Dominque Torre der barê hevdîtinan de agahî da û xwest ku Korskîa ezmûnên sîstema xwe ya perwerdehiya du zimanî parve bike. Nedîm Seven der barê rewşa niha ya gelê Kurd de agahî da û bal kişand ku paerlementerê BDP’ê bi rakirina mafê wan ê destnedanê tên tehdîtkirin.

Piştî hevdîtinê DominiqueBucchini, Madalyona Kolektivite ya Korsîkayê madalya da Seven. Torre diyar kir ku bi dayîna vê matalyayê tê diyarkirin ku mafdarîiya têkoşîna gelê Kurd hatiye nasîn.

Di 4’ê hezîrana 2011 de di encama serdegirtinên du komeleyên çandê yên Kurdan ên li kevîbajarên Parîsê Villiers-le-Bel û Evry tevî Seven 6 kurd hatin binçavkirin û di 8’ê hezîranê de jî hatin girtin. Piştî nîvsal di Girtîgeha Santa ya li Parîsê de ma, di 7’ê sibata 2012 de serbest hat berdan.

Seven beriya wê jî gelek caran hatiye binçavkirin û girtin, her wiha, di bin çavdêriyê de ye û tê şoşandin. Seven piştî kul i Îtalyayê hate dersînorkirin, di hezîrana 2008 de hate girtin û di 28’ê sibata 2010 serbest hat berdan.