Konfederasyona Xwendekarên Kurd ku li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê bi rêxistin e, komplo û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û banga bihîstiyariyê li saziyên mafên mirovan, hiquqnas, derdorên demokrat kir.
Konfederasyona Xwendekarên Kurd, derbarê 14’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye pêkanîn û tecrîda girankirî, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Ocalan, geşedanên niha li Rojhilata Navîn diqewimin, ji berê de anîbûn ziman, lewre jî ji bo ku bandora wî li ser herêmê çênebe, tecrîda li ser wî tê girankirin.
Di daxuyaniyê de li hemberî tecrîdê bȇdengiya rȇxistinȇn mafȇn mirovan ȗ saziyên sivîl ên civakî hate şermezarkirin û banga, “Em bang li hemȗ kesȇn zanyar , azadȋxwaz ȗ hiquqnas dikin ku helwesteke bi rȗmet li dijȋ vȇ komployȇ nîşan bidin ȗ xwedȋ li erkȇn xwe yȇn mirovahiyȇ derkevin” hate kirin.