Ji Komeleya Kurd a Stocholmê li hemberî çapemeniya tirk bertek

Ji Komeleya Kurd a Stocholmê li hemberî çapemeniya tirk bertek

Li hemberî bêbextî û reşkirina li hemberî rêxistinên kurdan a çapemeniya alîgir ku di serî de rojnameya Mîllî û Sabahê tê bertek zêde dibin. Piştî Kooperastîfa Jinan a Umut Işigi (roniya hêviyê) û Weqfa Çanda Kurd a Stockholmê şunde niha jî Komeleya Çanda Stockholmê daxuyaniyek da çapemeniyê û weşandina nûçeyên reşkirinê û nûçeyên derew yên ku piştgiriyê nadin çand û zimanê kurdan şermezar kir. Der barê Lijneya Lêkolîna Sûcên Malî yên Wezareta Maliyê ku raporeke rêxistinên kurdan krîmînalîze dike amade kir û çapemeniya alîgir ya ku rapor weşand de dê serlêndana sûc bê kirin.

Di daxuyaniya ku hate dayîn de hate destnîşankirin ku Komeleya Çanda Kurd a Stockholmê ji bo çand û zimanê kurdan bê parastin xebatan dimeşîne û got xebatên wan em ji aliyê kurdan û hem jî aliyê saziyên Swêdê ve tên pîrozkirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “ Di nûçeyên wekî ‘Ha ji we re lîsteya kesên piştgiriyê didin PKK’ê’ ku çavkaniya xwe ji rapora Lijneya Lêkolîna Sûcên Malî (MASAK) ya girêdayê Wezareta Maliyê ya Tirk e, digire de îfadeyên wekî ku Weqfa Kurd a Stockholmê û komeleya me ji PKK’ê re mîlîtanan dişîne, bi tehdîdê pereyan kom dike, bazirganiya tiryak û fuhuşê dike, cih digire.”

Rapora ku ji aliyê MASAK’ê ve hatiye amadekirin û ji aliyê çapameniya alîgir ku di serî de jî rojnameya Mîllî tê ve hate weşandin, parçeyeke êrîşa li hemberî gelê kurd e. Di vê dema ku dewleta tirk li hemberî kurdan êrîşên xwe zêde kirine û girtina nêzî 8 hezar kurdî, amadekarina raporê ne tesaduf e. Desthilatdariya AKP’ê çapemeniya alîgir bi kar tîne û dixwaze ku rêxistinên kurdan yên derveyê welat krîmînalîze bike. Di raporê de tê îdiakirin ku hikûmeta Swêdê PKK’ê wekî rêxitina terorê bi nav dike û bi van gotinên dide xuyakirin ku hikûmeta Swêdê li hemberî komeleyên kurd û weqfên wan operasyonê pêk bîne.

Armanca din ya vê reşkirinê jî ew e ku sazî û komeleyên çand û zimanê kurd pêş ve dibin asteng bikin. Di raporê de din ava saziyên ku sûcdar tên dîtin û tê gotin alîkariyê didin PKK’ê de Sefaretxaneya Swêdê ya Stenbolê jî cih digire.”