Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan ev demeke li dijî BDP’ê polîtîkayên bi armanca bêaramkirinê dimeşîne. Ev polîtîka di serdana xwe ya Brezîlyeyê de domand û îdia kir ku di nava BDP’ê de parçebûnek heye. Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak bi rêya ANF’ê bersiv da Erdogan û wiha got: “Dest ji nihêrtina falan berde, welatê xwe bi rê ve bibe. Ji BDP’ê ji te re tu xêr tune ye.”
Kişanak der barê gotinên Erdogan yên partiya wan de wiha got: “Ez dixwazim vê bêjim. Bila Erdogan dest ji lênerîna falan, li gorî hestên xwe digere û bi du partiyên din nekeve. Bila peywira xwe bike. Nekare peywira xwe bike, lê tevli karê partiyên din dibe. Ew serokê giştî yê partiyekê ye. Ev qas êşên giran li vî welatî hene, li şûna ku çareseriyê pêk bîne dest bi falnihêrtinê kiriye. Qaşo hîsên wî wisa dibêjin. Erdogan hewl dide BDP’ê bi rê ve bibe. Ev nêzîkatî li kesekî ku meqama serokwezîrtiyê dagirkiriye nayê.”
NEKARÎBÛ TESLÎM BIGIRE, NIHA JÎ DIBÊJE PARÇE BIKIM
Kişanak destnîşan kir ku hewldanên Erdogan yên ji bo AKP’ê encam negirt û di textîka wî ya nû de pirsa ‘Gelo ez ê di nava BDP’ê serê wan çawa tevlihev bikim’ heye. Kişanak wiha got: “Bila vê baş bizane. Serokwezîr em ne yek yek in. Em bi gelê xwe, bi kesên girtîgehê re yek in. Leyla Zana, Ahmet Turk, Selahattîn Demîrtaş, Gultan Kişanak, cihê me û aliyê em diyar e. Em di nava rêxistineke ku ji têkoşîna azadiyê tawîz nadene. Tiştê ku tu dibêjÎ pûç in. Em hemû li gel têkoşîna gelê xwe ne. Helwesta hevalên me diyar e. Tu gumana me ji hevalên me tune.”
DI NAVA ME DE KESÊN TAWÎZÊ BIDE TUNE
Kişanak wiha pê de çû: “Em xwedî feraseteke rêveberiya demokratîk in. Bê guman hevalên me dikarin biaxivin. Gotinên xwe bêjin. Lê bila ev vê cesaretê nede tu kesî; ev ne rêxistin e, dê belav bibin. Bila hewesek wan a wisa tune be. Her hevalekî me pêşerojeke wana dîrokî heye. Tişta ku me tîne ba hev jî ev e. Hemû hevalên me ligel hev in. Bila Erdogan jî qet mereqe neke. Dilê me rehete. Ne Ahmet Turk, ne Leyla Zana û ne jî şaredarên me tawîzê nadin. Di nava me de kesayetiyên wisa tune ne.
LI VAN ALIYAN JI ERDOGAN RE NAN DERNAKEVE
Kişanak di dawiya axaftina xwe de wiha got: “ Erdogan û AKP’ê tiştên ku rêbazên şer yê psîkolojîk dixwestin nedîtin. Ji bo wan ji BDP’ê û Têkoşîna Azadiya Kurd nan dernakeve!”
Kişanak bal kişnd set aliyê otorîter yê Erdogan û wiha got: “Welat bi rêbaza faşîzan û otorîter tê birêvebirin. Her kesê ku diaxive tê bêdengkirin. Serokwezîr tenê alîgirên xwe diparêze. Îtîatkar e. Niha jî dest diavêje nava BDP’ê. Ev otorîterbûn e. Her wiha duh Wezîrê Derve Ahmet Davutoglu jî axivî û got; An hûn ligel AKP’ê an jî hun li dij AKP’êne. Yanî bang dike ku divê hemû ligel AKP’ê bin.”