Ji Kenan Evren re rapora ‘nikare tevlî rûniştinê bibe’

Ji Kenan Evren re rapora ‘nikare tevlî rûniştinê bibe’

Rapora ku ji aliyê Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Enqereyê derbarê Doza 12’ê Îlonê ku li 12’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Enqereyê tê dîtin, îdîa kir ku, “Di aliyê tibî de neguncawe” mîmarê derbeya faşîst bersûc Kenan Evren tevlî rûniştinê bibe.

Têkildarî derbeya 12’ê Îlona 1980’an de doza ku li ser Serfermandarê Giştî û 7’mîn Serokkomar Kenan Evren û Fermandarê Hêzên Hewayî Orgeneralê Teqawit Tahsîn Şahînkaya hatî vekirin dê di 14’ê Îlonê dîsa bê dîtin.

Di rûniştina beriya vê de Tiba Edlî rapora bi awayê “Evren û Şahînkaya ji ber sedema rewşa tenduristî û temenê wan nikarin bibin rûniştinê” pêşkêşî dadgehê kiribû, şandeya dadgehê jî biryar dabû ku rapor têr nake, her wiha biryar hatibû dayîn ku, li nexweşxaneyekî zanîngehê ya herî nêz raporekî nû bê amade kirin.

Li ser biryara Şandeya Dadgehê rapora mijara gotinê Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Enqereyê amade kir.

Fakulteyê ji 12’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Enqereyê re raporekî ku Kenan Evren di aliyê tibî de neguncawe tevlî rûniştinê bibe pêşkêş kir.

Doza ku Evren û Şahînkaya bi daxwaza “muebeta hatî girankirin” tên darezandin dê di 14’ê Îlonê di demjimêr 14.00’an de berdewam bike.