Ji Kaplan soza piştgirî dayîna karkerên THY’yê

Ji Kaplan soza piştgirî dayîna karkerên THY’yê

Wekîlê Serokê Koma BDP’ê Hasîp Kaplan, soza piştgiriyê dan karkerên THY li Meclîsê serdana wî kirine û ji ber grevê ji kar hatine girtin.

Komek ya karkerên THY’ê mafên xwe yên sendîkayên bikaranîn û ji kar hatin girtin li TBMM’ê serdana Wekîlê Koma BDP’ê Hasîp Kaplan kirin. Karkerên THY’ê aşkera kirin ku, ti armancên wan yên siyasî tunebûn, xwestin carek din vegerin karê xwe û daxwaza piştgiriyê kirin. Kaplan jî aşkera kir ku, “Em jî aliyê siyasî de li gel we ne” her wiha soza piştgiriyê dayê.

Kaplan bilêv kir ku, ewê bi wezîrên eleqeder re hevdîtinê pêkbîne, ji bo karker vegerin ser karên xwe tişta ji destê wan bê ew dê bikin û wiha got: “ Him em dê di cîhanê de bibin 16’mîn aboriya herî mezin him jî kesên li mafê xwe digerin ceza bikin. Em dîsan beramberî pêkanînên 12’ê Îlonê ne. Em li welatekî ku bikaranîna mafê sendîkayan sûc hesap dikin jiyan dikîn.”

Kaplan aşkera kir ku, di vê mijarê de em hikumetê navexwînin merhametê, em vedixwînin edaletê û wiha got; “Li ser navê komê emê li pêşiya vê rawestin û şopdarê vê bin.”