Ji IPA’yê ji bo Tirkiyeyê hişyariya azadiya ramanê

Ji IPA’yê ji bo Tirkiyeyê hişyariya azadiya ramanê

Yekitiya Weşangerên Ewropayê (IPA) daxuyaniyek da û diyar kir ku Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê ya ku di meriyetê de ye îfadeya ramanê asteng dike.

Daxuyaniya ku ji aliyê IPA ve hate dayîn de wiha hate gotin: “Ragip Zarakolu ku bi weşanger û wergervan Denîz Zarakolu re tên darizandin, sûcdariyên li wan tên kirin bila rabe. Bila dawî li girtîna Denîz Zarakolu bînin. “

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Denîz Zarakolu ji ber ku li Akademiya Siyasetê ya BDP’ê ders da hate girtin. Ev partî qanûnî ye û akademiyên lêkolînê yên girêdayên partiyên wisa li Tirkiyeyê zêde ne. Enstîtuyên wisa ji aliyê CHP û AKP’ê ve jî tên birêvebirin. IPA di wê baweriyê de ye ku gelek nivîskar û rewşenbîr ji ber nivîs û weşanên xwe tên sûcdarkirin û ev yek binpêkirina mafê mirovan a li Tirkiyeyê ye. Dorfirehiya Qanûna Têkoşîna bi Terorê re, li Tikriyeyê dibe sedema astengkirina azadiya ramanê. Bi taybetî jî ji bo Zarakolu ev derbas dibe.”