Înîsiyatîfa Gel a Çûkûrovayê bi daxuyaniyekê komploya 9’ê cotmenê şermezar kir û banga li gelê Kurd ê li herêma Çûkûrovayê kir ku hemû saziyên dewletê red bikin û got; “Em wek gelê Çûkûrovayê; ev rewş çawa heya niha me nepejirandiye û îro pêde jî em ê nepejirînin. Di asta herî bilind û bi rihê şoreşgeriyê em ê şarmezar bikin. Bi rihê şoreşgeriyê em ê her qadê pergalê ruxînin.”
Înîsiyatîfa Gel a Çûkûrovayê di daxuyaniyê de komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de di 9’ê cotmeha 1998 de de dest pê kir nelet kir û bang li gelê Kurd ê li herêma Çûkûrovayê dijî ku hemû saziyên dewletê protesto bikin, neçin leşkerî, dibistanan û bacê nedin dewletê.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Gelê me yê hêja û bi rumet: ev sed sal in dewleta tirk zilmê li ser me dide meşandin. Bi taybet ev 90 sale ev zilm, îşkence, talan, kuştin, girtin û hrw didome. Ji ber qirkirina fîzîkî, çandî, sîyasî… gelê me koçber bûn. Gundên me şewitandin, talan kirin. Ji bo ku gelê me ê bi rûmet rexmê hemû zilm îşkenceyan dîsa çeka dijmin negirt û hat koçberkirin. Helwesta gel ê Çûkûrovayê her tim bi awayekî şoreşgerî bû em hêvîdar in wê îro pêde jî bi vî rengî be. Di nava dilê dijmin da rexmê hemû cûrreyên bişavtinê nirxê xwe parastiye û dê biparêze jî. Gelê me di nava feqîrî û xizaniyê de dîsa jî xwedî vîn û nirxê xwe derket.
Daxuyaniya Înisyatîfê wiha didome; “Dijminên Kurdıstanê bi peymana Qesrî-Şîrîn kurdistan kirin 2 perçe. Bi Peymana Lozanê jî Kurdistan kirin 4 perçe. Kurda bi serhildana Koçgrî, Şêx Seîd, Seyîd Riza û hrw… xwest hember dagirkera xwe biparêze. Lê mixabin bi dûrutiya dijmin hatin xapandin û têk çûn. Hatin daliqandin, sirgûnkirin, qetilkirin… Lê bi pêşengtiya Serokê Gelê Kurd Rêber APO de di salên 1970 de raperînekî bi rêxistinî dest pê kir. Ji çar perçê yê Kurdistanê, ji ewropa û her deverekî ku Kurd lê dijîn bi tevlêbûn û alîkariyek mezin Kurd derdorê wê tevgerê kom bûn û tevlî refên gerîla bûn. Serok APO dema Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) damezrand ne tenê ji bo mafê gelê kurd ji bo hemû gellên bindest ava kir. Serok APO bi felsefeyek nû, birdoziyek nû, pergalek alternatîf ava kir. Û ev pergal ji bo gelên Rojhilata Navîn, gelên bindest bû ronî û jiyanek nû. Ji ber vê yekê hemû dewletên dagirker û faşist bi pêşengtiya komploger DYA û Îngililîstanê, komployek navneteweyî dan destpêkirin. Bi vê komployê Serok APO radestî Tirkiyeyê kirin. Em carek din hezen tarî û komploqer şermezar û lanet dikin. Ev komplo bi berxwedana Serok APO, bi qampanyaya fedayiyane ya ‘tu kes nikare roja me tarî bike’ û bi berxwedana gelê kurd vala hat derxistin. Ev bêbextiye tu car nayê ji bîrkirin û wê hertim di dîrokê de cîhê xwe bigre.
NEÇIN DIBISTANAN Û LEŞKERIYÊ, BACÊ NEDIN
9 cotmehê 15. salvegera komploya navneteweyî ye. Em wek gelê Çûkûrovayê; ev rewş çawa heya niha me nepejirandiye û îro pêde jî em ê nepejirînin. Di asta herî bilind û bi rihê şoreşgeriyê em ê şarmezar bikin. Bi rihê şoreşgeriyê emê her qadê pergalê ruxînin. Her der ji bo me qada şer e. Tu kes nikare pêşiya jin û ciwanan Kurd bigire. Heya serok APO li ser bircên Amedê axaftina azadiyê neke em ê nesekinin û berxwedana xwe xurt bikin. Bangawaziya me bi taybet ji gelê me yê Çokurovayê û tevahî Kurdistanê re ev e; pêwîste em her awayî pergala dewleta dagirker bixitimînin û bişkînin. Em ê jiyanê seranser bikin qadên serhildanê. Gelê me bi hêza xwe ya berxwedêr dê dijmin bifetisin e û pêwwste hemû cihê ku lê dijî, bajêr, navçe, tax, û kolan bibin qadên şer. Her wisa bi redkirina dibistanan, bi nedayîna pacê neçûyîna leşkeriyê, nepejirandina dadgehên dewletê û xwedî derketina zimanê zikmakî jî ji bo me pîvanên esasê şerê gele şoreşgerî ne. Pêwîste her kurdek bi wê awayî hemberî pergala dagirker û faşist sekna xwe ya netewî diyar bike. Dem dema serhildana ye. Dem Dema azadkirina Rêber APO ye.