Şaxa Enqere ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) dê der barê veguhestinên piştî bûyera Girtîgeha Rihayê ku 13 girtî têde jiyana xwe ji dest dan û şert û mercên girtî têde dijî lêkolîn bike û bike rapor.
Komeleya Mafê Mirovan Şaxê Enqereyê dest bi xebatek bi navê “Rastiya Girtîgehan” kirû dê der barê veguhestinên piştî bûyera Girtîgeha Rihayê ku 13 girtî têde jiyana xwe ji dest dan û şert û mercên girtî têde dijî lêkolîn bike û bike rapor.
Ji Girtîgeha bi Jimareya 5 a Amedê û heta roja me ya îro, hema bêje girtîgehên dewleta Tirk mîna goristanan in. Ziyanên madî-manewî yên wehşeta derbeya 12’ê Îlonê dane, heta niha jî berdewam dikin.
Di van 20 salên dawiyê de îşkence, maûmeleyên xirab û hemû pêkanînên ne hiqûqî yên li dijî girtiyan berdewam dikin. Mînaka vê ya herî dawî jî li girtîgeha Rihayê diyar bû.