Hêzên NATO pêşbîn kiriye ku dê di sala 2014’an de ji Efxanîstanê bikêşin, Koma Krîza Navnetewî (IGC) da diyarkirin ku rêveberiya Efxanîstanê ya niha heyî ne amadeye ku berpirsyartiyê bigire ser xwe û hişyariya şerê navxweyî kir.
Koma Krîzê ya Navnetewî (IGC) ku navenda wê li paytextê Belçîka Brukselê ye di derbarê rewşa Efxanîstanê û dahatoya wê de raporek weşand. Di raporê de hate ragihandin ku, hêzên NATO xwe amade dikin di sala 2014’an de ji Efxanîstanê derbikevin, rêveberiya niha ya Efxanîstanê nikare berpirsyartiyê bigire ser xwe û ji bo pêşî li vê hilweşînê bigirin pêwîste bilezgîn tedbîr werin girtin. Hişyar kir ku berevajî vê dê şerê navxweyî derbikeve.
Di raporê de hate gotin ku, “Ji bo rêveberiyek bi îstîkrar bê pêkanîn û pêşiya hilweşîna dewletê bê girtin bilezgîn pêngav bêne avêtin. Ji bo hesasiyeta demê jî bi gotina “Dem diqede” anî ziman. Li gorî raporê, dê di sala 2014’an de qasî 130 hezar leşkerên biyanî ji Efxanîstanê derbikevin, di hilbijartina bê kirin de “teqez” dê fêlbazî dê bê kirin. ji ber vê sedemê ji bo pêşî li fêlbaziyên di hilbijartinên di nava 2 salan de bê kirin bête girtin xwest pêngav bêne avêtin.
Di raporê de li gel pirsgirêka rêveberiya balkişande ser pirsgirêka ewlekariyê jî û destnîşan kir ku, hêjan artêş û polîsê Efxan ne amadeye berpirsyariyê bigire ser xwe.
Hişyariya ger di mijarên ewlekarî û hilbjartinan de tedbîrên pêwîst neyên girtin, beriya girêkora siyasî dê rewşa awarte çêbibe, piştre dê dewlet hilweşe û şerê navxweyî destpê bike, hate kirin.
Di dawiya rapora IGC’ê hate ragihandin ku, ji bo pêşî li hişyariyên kirine bigirin hinek pêşniyar ji civaka navnetewî, saziya hilbijartinê û parlementoyê kirin.
Di vê navberê de hikumeta Efxanîstanê bertekek hişk nîşanî raporê da û da diyarkirin ku “Berevajiyê wê ger mudaxeleya biyaniyan çênebe dê hilbijartin azadtir û bidadtir çêbibin.” Hikumetê got; “Gelê me ji sala 2002’an ve ne derketiye. Dîrokek me ya 5 hezar salî heye. Demboriyê me bi hêzên pir mezin re şer kiriye. Polîs û artêşa me ya netewî amadeye ku giyanê welat û desthilatdariyê biparêze.”
DYA ku di sala 2001’an Efxanîstan dagirkir û NATO ewlekariya wê girte ser xwe, piştî sala 2014’an dê hêza we ji vî welatî bikêşe. Lê belê dê perwerdeya artêş û polîsê Efxan berdewam bike.