Ji Heyva Sor banga Cejna Qûrbanê

Ji Heyva Sor banga Cejna Qûrbanê

Heyva Sor a Kurdistanê bi wesîleya Cejna Qûrbanê ya ku dê di 25’ê cotmehê de dest pê bike, daxwaz kir ku alîkariyên tên kirin bila li ser saziyan ji welatiyên xizan yên Kurdistanê re bê şandin.

Heyva Sor di daxuyaniya xwe de wiha got: “Em Cejnenek din Qûrbanê bi hevv re pêşwazî dikin. Di rojên weke cejnê de alîkarî û piştevanî dertê pêş. Civak tên cem hev. Alîkariya qûrban dê welatiyên xizan, kal û pîr, û bê kesan kêfxweş dike. Di van rojên wisa de peywira mirovahiyê ye ku mirov destê xwe dirêjê welatiyên xwe yên xizan bikin. Ji bo me berpirsyariyeke wijdanî ye. Heta ku hêza me têr bike, em divê destê xwe yê alîkariyê ji xizan û bê kesan nedin alî. Kêfxweşiya herî mezin ew e ku dema mirov alîkariyê didin kesekî ew kêfxweşiya rûyê wan e. Bi wesîleya cejna Qûrbanê alîkariyên xwe li ser Heyva Sor a Kurdistanê em bigihînin welatiyên xizan, ên bê kes. Ji ber van hest û nêrînan em ji niha de ji bo we spasiyên xwe pêşkêş dikin. Bila cejna wan ya Qûrbanê pîroz be.”

Heyva Sor di berdewamiya daxuyaniya xwe de bal kişand ser şerê qirêj yê ku Tirkiye li her qadê Kurdistanê û li hemberî hemû kurdî dimeşîne û got ku zextên dewleta tirk gihiştiye asta herî jor. Di berdewamiyê de wiha hate gotin: “Dewleta Tirk di şerê xwe yê qirêj de rêbazan nas nake. Daristan, sewalên me bombebaran dike. Bi taybetî ji şerê niha Colemêrg, Şemzînan, Çelê, Gever, Elkê û Rojava tê meşandin gelê me nekare biçe zoanan û sewalên xwe biçêrînin. Ji ber vê jî em dê alîkariyên qûrbanê yên tên kirin em ê bişînin gelê xwe re.”

Heyva Sor wiha pê de çû: “Ji bo şandina bexşên qûrbanê û qadên ku dê qûrban lê bê serjêkirin, hemû amadekariyên teknîk kirine û bi taybetî jî welatiyên Ewropayê yên ku bexşa qûrbanê dikin bila demildest bexşa xwe bikin û em jî bigihînin welatiyên xizan.”

Heyva sor da zanîn ku hemû zekat û fitreyên ku tên berhevkirn dê qûruş bi qûruş li hemû parçeyên Kurdistanê li 4 hezar malbatî bê belavkirin û ev hişyarî kir: “Bexşên qûrbanê 120 Euro hatine diyarkirin. Ji aliyê Heyva Sor ve zerf û meqbuzên taybet hatine amadekirin. Welatiyên welatparêz dikare bexşên xwe li hemberî van zerf û meqbuzan bidin xebatkaran.”

Rayedarên Heyva Sor da zanîn ku ji bilî van du rêbazan bila îtîbarê kesî nekin û di rewşa bi guman de bila ji navendê re ragihînin.