Ji girtiyên nexweş re azadî!

Çalakiyên ji bo girtiyên nexweş dewam kirin. Di çalakiyan de bal kişandin ser rewşa Serdal Yildirim û Mehmet Emîn Susîn.

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 577’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Çalakî li ber avahiya ÎHD’ê pêk hat. Gelek kes tevlî çalakiyê bûn û pankarta “Bila girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Serdal Yildirim bê berdan” hat vekirin û dirûşme berz kirin. Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Serdal Yildirim ê li Girtîgeha Mêrsînê di Tîpa R’yê de tê ragirtin û ji sedî 98 astengdar e. 

Endama Komîsyonê Meryem Bars daxuyanî xwend û da zanîn ku Serdal Yildirim nikare bi tena serê xwe bimîne û bijî û got: “Yildirim terkî mirinê hatiye kirin. Ew ji navê berjêr felc bûye. Nexweşiya mîdeyê pê re heye. Nikare baş têr bixwe û vexwe. Gelek zeîf dibe. Ji ber ku platînên li pişta wî hatine xistin û şiqitîne her tim êşê dikişîne.” 

Bars got tevî ku Saziya Tiba Edlî rapora “nikare di hefsê de bimîne” 5 caran daye Yildirim jî bi hinceta “dê gefa ewlehiyê biafirîne” nayê berdan û ev yek raste rast li dijî jiyana wî ye. Bars xwest ku Yildirim demildest were berdan û bang li rayedaran kir ku bi berpiriyariya xwe rabin û raya giştî jî hesasiyetê nîşan bide. 

ENQERE

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 449’emîn de li ber Komeleya Mafê Mirovan a (ÎHD) a Şaxa Enqereyê daxuyanî da. Di çalakiyê de pankarta “Mafê tedawiyê nayê astengkirin, girtiyên nexweş berdin” hat vekirin. Înîsiyatîfê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Susîn ê li Girtîgeha Espiyeya Gîresûnê ya Tîpa L’yê de tê ragirtin. Parêzvanên mafên mirovan, namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Enqereyê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl tevlî çalakiyê bûn. Di daxuyaniyê de binçavkirina Dayikên Şemiyê ên li Qada Galatasarayê hat protestokirin. 

Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen di çalakiyê de axivî û diyar kir ku Mehmet Emîn Susîn ji sala 1993’yan ve girtî ye û 30 sal in li girtîgehên cuda hatiye ragirtin û ev ji du salan zêdetir e li Girtîgeha Espiyeya Gîresûnê tê ragirtin. 

Çevîrmen da zanîn ku gelek nexweşînên kronîk li Susîn peyda bûne û ev nexweşîn rê li ber astengiyên wî fizîkî vedikin û dema Susîn dibin nexweşxaneyê destê wî bi kelemçekirî dibin û tînin. Çevîrmen bi bîr xist ku ji berdana Susîn re 6 meh mane û xwest demildest cezayê wî were taloqkirin û bi lezgînî were berdan.