Ji girtiyan banga 'bêdeng nemînin ewlehiya me tuneye!'

Ji girtiyan banga 'bêdeng nemînin ewlehiya me tuneye!'

Girtiyên ji doza PKK'ê yên ji Girtîgeha Tîpa M ya Mîdyatê sirgûnî Samsûnê hatin kirin diyar kirin ku, li girtîgehê di bin navê hêjmartinê şev nîvê şevê di ser odeyên wan de digirin û lêgerînê dikin. Girtiyan da zanîn ku, ewlehiya wan tune ye.

Girtiyên ji doza PKK'î yên ji Gitîgeha Tîpa M ya Mîdyatê sirgûnî Girtîgeha Tîpa M ya Vezîrkopru ya Samsûnê hatin kirin rasti zext û zordariyan tên. Girtiyan bi riya nameyekê binpêkirinên mafan anîn ziman û diyar kirin ku, li girtîgeha ku berê girtiyên siyasî tune bûn, pîvanên ji bo girtiyên edlî li ser wan jî didin meşandin.

Gitiyan bi rêya nameyan da zanîn ku, dixwazin wan tazî bikin û li ser wan lêgerînê bikin û wiha gotin: "Em 10 kes bûn. Em kirin du kom em dan 2 blokên cûda. Di demjimêrên derengê şevê de bi hinceta jimartinê di ser odeyên me de digirin. 3-4 rojan bi vî rengî rageşî pêk hat. Piştî ku em bi rayedarên girtîgehê re axivîn, me ev pirsgirêk çareser kir. Lê niha dîsa gelek pirsgirêkên din nehatine çareserkirin. Niha dixwazin bi leşkeran li odeyê me lêgerînê pêk bînin. Rojê 4 caran jimartinê dikin. Dem dem anonsan dikin û pêkanînên 12'ê Îlonê yên derûnî li ser me didin meşandin.

Girtiyan da zanîn ku, gelek alav û amûrê wan ên wekî pirtûk radyo, çente, kefiye, lihêfa elyaf, nadin wan û mafê wan yê spor, çand û sohbeta hevpar ji destê wan tê girtin. Girtiyan anîn ziman ku, ewlehiya wan tuneye û bang li cemaweriyê kirin ku, li hemberî van pirsgirêkên girtîgehan bêdeng nemînin.