Ji Girtîgeha Rihayê 40 girtî hatin sirgunkirin

Ji Girtîgeha Rihayê 40 girtî hatin sirgunkirin

Li Girtîgeha Rihayê piştî îsyan rabû û 13 girtî hatin qetilkirin duh dîsa zarokan serî hilda û 8 zarok birîndar bûn. Piştî serhidana 2'emîn hate zanîn ku serê sibê 40 girtî bi balafirê sirgûnî Girtîgeha Şakranê ya Îzmirê hatin kirin.

Li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê wiştî serhildan derket û 13 girtî hatin qetilkirin, serhildan li girtîgehên din jî belav bûn. Li Rihayê piştî serhildana ewil duh jî dîsa zarokan koxuş şewitand û çalakî pêk anî. Di odeya C-5'an de piştî çalakî pêk hat 8 zarok birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyên cuda.

Piştî li Rihayê serhildan pêk hat, li Dîlok, Edene, Ozmaniye, Hatay û Ceyhanê jî çalakiyên serhildanê hatin lidarxistin. Bi serhildanên li girtîgehan re serê sibê şeveqê 40 girtiyên Girtîgeha Rihayê sirgûnî Girtîgeha Şakran a Îzmirê hatin kirin. Piştî serhidana 2'emîn a Girtîgeha Rihayê serê sibê 40 girtî bi balafirê sirgûnî Girtîgeha Şakranê ya Îzmirê hatin kirin. Malbatên ku hatin li ber girtîgehê kom bûn û xwestin zarokên xwe bibînin jî rastî mudaxaleya polîsan hatin. Polîsan derdorê girtîgehê dorpêç kiriye û rewşek awarte îlan kiriye.

Li bendê ye ku Komîsyona jêr a Mafên Mirovan a Parlementoya Tirkiyeyê lêkolînê bike.