Ji Forûma Sosyalîs a Cîhanê piştgirî dan azadiya Ocalan û xwerêveberiyê

16. Forûma Sosyalîst a Cîhanê ya Montreal hate lidarxistin. Di Forûmê de piştgiriya ji bo ‘Azadiya Ocalan’ û xwerêveberiya demokratîk derket pêş.

Li bajarê Montreal ê Kanada 16. Forûma Sosyalîst a Cîhanê hate lidarxistin.

Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa, Wexfa Jinên Azad ên Rojava, Meclîsa Jinên Kurd a Montreal, li gel parlementera HDP’ê Selma Irmak û Hişyar Ozsoy û gelek kes jî beşdarû Forûmê bûn.

Di forûmê de wê tevahî hefteyekê li ser mijarên mîna; têkoşîna Jinên Kurd, jineolojî, konfederalîzma demokratîk, dîroka Kurdistanê, Şoreşa Rojava û li dijî mîlîtarîzmê têkoşîna jinên Kurd wê bên gotûbêjkirin. Filmê ‘Roza’ ê ku têkoşîna şervanên Kurd a di Şoreşa Rojava de tîne ziman di formê de hate pîşandan.

ELEQEYEK ZÊDE JI BO PIRTÛKÊN OCALAN

Ji bo standa ku pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku bi zimanê Îngilizî, Fransî û Îspanyolî hatibûn wergerandin eleqeyek zêde hate nîşandan.

Parlementeran jî, di ‘Forûma Parlementeran’ de qirkirin û qetlîamên dewleta Tirk a ku li ser Bakurê Kurdistanê kirî anî ziman.

Ji bo mîtînga forûmê meşek ji Montreal Plac Lofontaîn destpê kir, dîsa di pêşengeha wêneyan de wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Ûyar û Arîn Mîrxan hatibûn daliqandin.

JI OCALAN RE AZADÎ Û PIŞTGIRÎ JI BO XWERÊVEBERIYÊ

Di çarçoveya aktivîteyê de kampanyaya ku '#IStandWithKurdishAutonomy (Piştgirî didim xwerêveberiya Kurdan a ku hetiye îlankirin)’ a ku di pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd ve hate rêvebirin, ji berşdarvanan piştgiriyekî mezin hate dayîn.

Di forûmê de di çarçoveya deklerasyona ji Oclan re azadî, 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, Bakûr Kurdistan, Xwerêveberiyên demokratîk ên li Şengal û Rojava pejirandin.

 

...