Ji Facebookê hat girtin, bi cezayê giran dê bê darizandin!

Ji Facebookê hat girtin, bi cezayê giran dê bê darizandin!

Zarokê Kurd ê bi navê Ferhat Sabah (16) ê ku ji ber parvekirinên li ser malpera tevna civakî Facebookê bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê kiriye” hate girtin, dê li Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê bê darizandin! Dadgehê îdîanemaye ji aliyê dozger ve hate amadekirin qebûl kir û bi vî awayî îmze avêt binê bêhuqûqiyek din.

Li bajarê Tirkiye Mêrsînê ku şêniyek mezin a Kurdan lê ye, hema bêje her roj bi binçavkirina zarok û ciwanên Kurd tê rojevê. Ev terora polîsên Tirk a li ser zarokên Kurd ne bes bû, îcar jî dora terora daraza Tirk e.

Zarokê Kurd ê bi navê Serhat Sabah yê 16 salî ku ji navçeya Dihê ya Sêrtê ye û li taxa Şefketsumer a navçeya Akdenîza Mêrsînê dijî û xwendekarê pola duwem a dibistana amadeyî (lîse) ye, bi hinceta “endamê rêxistinê ye” û “propgandaya rêxistinê kiriye” di meha tîrmehê de li Mêrsînê hate binçavkirin.

Piştre jî bi biryara 4. Dageha Ceza ya Sulhê hate girtin. Piştî ku Sabah hate girtin, ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Sergirtî ya Mêrsînê.

Di îdîanameyê de ji bo Sabah 30 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Di îdîanameyê de hincetên weke “bizanebûn xwestiye mirovan bikuje”, “endamê rêxistinê”, “propagandaya rêxistinê”... hene. Li şûna ku Sabah li Dadgeha Ceza ya Zarokan bê darizandin, dê li 4. Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê were darizandin.

DEREWAN DIKIN

Bavê Ferhat Sabah, Bayram Sabah ji ANF’ê re axivî û da znaîn ku ew qebûl nakin ku kurê wan ê 16 salî di Dadgeha Cezayê Giran de were darizandin.

Bav Sabah destnîşan kir ku ev yek ne huqûqî ye û got; “Kanê digotin zarok li dadgehên cezayê giran nayên darizandin, di dadgehên zarokan de tên darizandin? Hema derewan dikin. Dixwazin zarokên me di girtîgehê de bihêlin û bikujin. Zarokek 16 salî di dadgeha cezayê giran de tê darizandin, ev çi wijdan e?.”

DI BÊHUQÛQIYÊ DE SÎNOR TUNE

Lê ev skandala huqûqî ji bo huqûqa Tirkan ne tiştek nû ye. Di meha Tîrmehê de jî bûyerek mîna vê qewimîbû. Di meha Tîrmehê de jî, Halîl Karahan ê 16 salî, li Sêrtê ji dayîk bûye bi hinceta “endamê rêxistinê ye” û “bi navê rêxistinê suc kiriye” di 26’ê çile de hatibû girtin. Di çarçoveya “şahidê nepen” de Karahan bi hinceta beşdarî mitînga di 9’ê cotmeha 2011 de ya bi boneya protestokirina Komlpoya Navneteweyî ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di encama wê de ji Sûriyeyê derket, li taxa Dmeîrtaş a navçeya Toroslara Mêrsînê bûye û çalakiyê li dar xistiye, hat tawanbarkirin. Lê tişta sosret ew e ku Karahan di wê demê de di girtîgehê de bû. Her çendî ev yek bi belgeyan hatibû piştrastkirin jî, dadgeha Tirk careke din biryareke skandal dabû û Karahan hatibû girtin.

Li vê skandala daraza Tirk yeke din jî hate zêdekirin. Îdîanmeya ku têde ji Karahan re 40 sal cezayê girtîgehê tê xwestin hat qebûlkirin û Karahan ne li Dadgeha Zarokan, lê Dadgeha Cezayê Giran hat darizandin. Karahanê bi awayeke negirtî di 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran de hate darizandin, sucdarkirinên li hemberî xwe qebûl nekirin û diyar kir ku wî ne molotof avêtiye û ne jî endamê rêxistinê ye. Parêzerê Karahan, Eyup Sabrî Oncel jî van sucdarkirinên li hemberî miwekîlê xwe red kir û bi bîr xist ku miwekîlê wî zarok e, divê di dadgeha zarokan de bê darizandin. Dîwana Dadgehê daxwazên parêzer nirxand û diyar kir ku ew ê di rûniştina piştî vê ya dozê de biryar bidin bê dê Karahan di dadgeha zarokan de bê darizandin an an. Rûniştina piştî vê di 10’ê cotmeha 2012 de ye.

Rejîma AKP’ê di sala 2010 de guhertina ku zarok dikarin pê di Dadgehên Zarokan de bên darizandin pêk anî. Lê di pratîkê de tu tiştek tune ye. Polîsên Tirk di nêçîra zarokan de berdewam kirin. Dozgerên Tirk ji bo zarokên Kurd daxwaza cezayên astronomîk kir û Dadgehên Zarokan jî di girtinan de berdewam kir. Tirkiye di ware zarokên ji ber siaysetê hatine girtin de mezingirîn girtîgeha cîhanê ye.