Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di dema vegera ji gera xwe ya li Brezîlyeyê, li Balefirgeha Esenbogayê bersiv da pirsên rojnamevanan û diyar kir ku di civîna wan îro de rojeva operasyona dersînor jî heye.
Erdogan hevoka “Qendîl û Qendîla li Tirkiyeyê” bi kar anî û diyar kir ku gava wan dest bi tevgerê kir ew ê destûrê ji tu kesî nexwazin. Erdogan diyar kir ku armanca wan ew e ku “vî karî biqedînin” û got; “Em ê pêngavên pêwîst biavêjin”.