Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan di civîna kom parrtiya xwe ya meclîsê de axivî û axaftinên Midûrê Emniyeta Polîsan a Amedê nirxand û got; “Em ji bo terorîstên dimirin ên ewladên me dikujin, nagirîn.”
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan, di civîna koma partiya xwe de axivî û CHPG’ê ji ber redkirina tezkereya operasyona dersînor rexne kir. Erdogan ji ber pejirandina tezkereyê spasiya MHP’ê jî kir û got ku ew nikarin li hemberî tiştên li Sûriyeyê diqewimin bê deng bimînin.
Erdogan daxuyaniyên Midûrê Emniyeta Amedê Recep Guven nirxand û got; “Em nikarin wan biparêzin. Em nikarin destê xwe bidin destê wan,em ji bo terorîstên ku ewladên me dikujin, dimirin, bigirîn. Divê her kes cihê xwe bizane. Bihêlin bila siyasetmedar siyasetê bikin.”