Hat ragihandin ku Encûmena Neteweyî ya Sûriyeyê (ENS) ya ku bi piştgiriya Tirkiye-Qetar û welatên Rojava hatiye avakirin, serokê xwe yê nû hilbijart. ENS’ê ku heta niha di rêziknameyên xwe de cih nedaye mafê Kurdan, Ebdulbasid Seyda yê bi eslê xwe kurd û demek dirêj e li Swêdê dijî kir serok.
Li gorî agahiyan, di hilbijartina di civîna ENS’ê ya li Stenbolê pêk hat de Seyda bû serokê ENS’ê û tê payîn ku biryar îro aşkere bibe.
Seyda di daxuyaniya da beşa Erebî ya BBC’yê de ragihand ku ew ê beriya her tiştê hewl bide navê konseyê biguherîne û hin reforman bike. Seyda ku di daxuyaniya xwe de behsa Kurdan nekir, diyar kir ku ew ê di demên pêş de bi hemû muxalefeta Sûriyeyê re bikevin nava têkiliyên û got; “Em dixwazin hêzên din ên muxalefetên Sûriyeyê beşdarî ENS’ê bikin.
Seyda diyar kir ku ew bi tu awayî hevdîtin an jî diyalogê li gel rejîma Esad nakin û got ku ew tenê ji bo çûyîna Esad hevdîtinê pêk tînin.
Ebdulbasid Seyda di sala 1956’ê de li Amûdêya Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye û di boriya jiyana xwe de tu carî bi pirsgirêka Kurd re mijûl nebûye. Her wiha, ne ji aliyê Kurdan ve ne jî ji aliyê muxalîfan ve ewqas nayê naskirin. Berdevka Peywendiyên Derve ya ENS’ê Basma Kodmani, ji bo Seyda got; “Pir dilsozê pirsgirêka Kurd û Sûriyeyê ye, lê mirovek nerm e. Ango ev peyam ji bo Kurdan û hemû kêmar (hindikahî) din e jî.”
Alîkarê Serokê Komîteya Koordînasyona Neteweyî ya ji bo Veguhertina Demokratîk û Serokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ji ANF’ê re axivî û der barê mijara Seyda de got; “Kêm zêde em wî nas dikin. Ew bi xwe akademîsyenek e, lê belê tu carî bi pirsgirêka Kurd re eleqeder nebûye.” Mislim diyar kir ku lê di malbata wî de hin kesên bi pirsgirêka Kurd re eleqeder dibin hene û got ku hêzên Rojavayî ji bo hin hesabên xwe Seyda derdixin pêş.
ENS, PÊLÎSTOKA DI DESTÊ HÊZÊN NAVNETEWEYÎ DE YE
Mislim got ku ger Seyda bibe serokê ENS’ê jî bandorek li Kurdan nake û wiha axivî; “Raya giştî ya Kurdan wî nas nake. Tiştek ji bo Kurdan bike tune ye”. Serokê PYD’ê Mislim ENS’ê weke weke “pêlîstoka di destê hêzên navneteweyî de” bi nav kir û diyar kir ku têkiliya ENS’ê bi gel re tune ye.
Hêjayê gotinê ye ku ji ber lihevnekirinên navxweyî yên di nava Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê de Bûrhan Xeliyûn ê nêzî Birayên Misilman neçar ma îstîfa bike. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Tirkiye bi şertê ku mafên Kurdan nas nekin, piştgirî dide vê konseyê. Jixwe Bûrhan Xeliyûn beriya niha jî gotibû; “Cihek bi navê Kurdistana Sûriyeyê tune ye, bila Kurd xelayên federalî an jî otomoniyê ji xwe re çênekin.” Ji ber nêzîkatiyên ENS’ê yên li hemberî Kurdan, kurdên ku di nav de cih digirtin dest jê berdan.
Li gorî çavdêr û pisporên herêmê, çi bibe jî guhertinek li Sûriyeyê bê Kurd pêk nayê. ENS jî dixwaze bi vê rêyê hin Kurdan bikişîne aliyê xwe û ji ber vê yekê kesek mîna Seyda ku bi eslê xwe Kurd e kirine serokê Konseyê.