Kovara heftane ya Îngilîz The Economist, di hejmara xwe ya îro de bal kişand ser kiryarên Serokewzîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û diyar kir ku “rêbertiya Erdogan ber bi paş ve diçe.” Kovarê got; “Erdogan di warê bêhnkirina hewaya xwe de di raya giştî de hosta ye, lê ku diçe popularîteya xwe wenda dike. Beriya her tiştê ji azweriya xwe ya serokkomartiyê divê bi makeqanûneke ku hemû hemwelatî piştgirî bidin, mala xwe rêkûpêk bike.”
Di nivîsa analîz bi sernavê “Azweriya Erdogan a ku ber bi paş ve dibe” de tê gotin ku “Erdogan bala xwe pir daye ser serokkoartiyê” û tê gotin ku “meyla Erdogan a ber bi otorîteriyê ve her ku diçe zêdetir dibe.”
Kovar Erdogan weke “rêberê herî bi bandor ê Tirkiyeyê yê piştî Ataturk” bi nav dike û îdîa dike ku di serdema Erdogan de Tirkiye ji rawestîna aborî û xetimîna siyasî derketiye. Her wiha kovara Îngilîz îdîa dike ku di mafên jinan û mafên Kurdan de jî hin pêşketin çêbûne.
Kovar destnîşan dike ku her çendî Erdogan di hilbijartinên 2011 de jî bo cara sêyemîn hatiye hilbijartin, lê ev yek kesê matmayî nake û nivîsand ku rêveberiya Erdogan ji ber “îdîayên nexweşiya penceşêrê û lihevnekirina bi cemeeta Gulen re, alozbûna pirsgirêka Kurd û şerê li Sûriyeyê” di tengasiyan de ye.
Kovar bal kişand ser kiryarên Serokewzîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û diyar dike ku “rêbertiya Erdogan ber bi paş ve diçe.” Economist destnîşan dike ku dê di sala 2014 de dema serokkomartiyê ya Abdullah Gul bi dawî bibe û ev azweriya (hirs, çavsorî) Erdogan ji hilbijartina ji bo serokomartiyê tê.
GELO XEBATÊN MAKEQANÛNA BI SER NEKET?
Di analîzê de tê gotin ku pêvajoya çêkirina makeqanûnê xetimîne û wiha berdewam dike: “Tê gotin ku ev azweriya Erdogan derbeyê li çêkirina makeqanûna nû ya demokratîk dixe. Diviyabû Komîteya Meclîsê pêşnûmeya makeqanûna ku amade bikira, lê wisa dixuyê ku ev yek bi ser neketiye (...).
Gelek kes guman dikin ji bo Erdogan piştî Serokwezîrtiyê bibe serokkomar, xwestiye ku ji projeyek ji bo xurtkirian hêza AKP’ê ya di raya giştî de amade bikin. Ji ber ku di meclîsê de ne xwedî hêza ji sêyan du ye, divê makeqanûna nû di referandûmê re derbas bibe.”
Kovar bi bîr dixe ku di dema Erdogan de hevdîtinên veşartî yên bi PKK’ê re hatine kirin û Erdogan piştî hevdîtinan dest bi karanîna hêzê kir û bi hezaran çalakên Kurdan girt. Di nivîsê de gotina “Girêdana di navbera Tirkan û Kurdan de her ku diçe ziravtir dibe” a Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî cih digire.
'ROJNAMEVAN, XWENDEKAR, DI GIRTÎGEHÊ DENE'
Kovara Înglîz bal kişand ser cotika çapemenî û hukûmeta Tirk jî û dinivîse ku patronên çapemeniya Tirk ji ber tirsa wendakirina têkiliyên xwe yên bi hukûmetê re dawî karê gelek rojnamevanên muxalîf tînin.
Di nivîsê de tê diyarkirin ku herî kêm 80 rojnamevan di girtîgehan de ne û piraniya vana Kurd in û bi endamtiya PKK’ê têne tawanbarkirin. The Economist, dîsa balê dikişîne ku ji ber heman tawanbarkirinê, bi hezaran xwendekar jî li pişt şibakên hesinî yên girtîgehan in.
Li gorî kovarê, aliyê laîk Erdogan bi “vegerîna ser koka Îslamiyê tawanbar dikin.” Di nivîsê de şîroveya Erdogan bi armanca “nijadperestiya li ser esasê oldariyê, dixwaze aliyên rastgirên turndraw û muhafezekar bikişîne aliyê xwe” tê kirin. Kovara heftane The Economist balê dikişîne ku desteka Tirkiye ya ji bo muxalîfên Sûriyeyê tê reznekirin û destnîşan dike ku gelek generalên artêşa Tirk di girtîgehan de ne.
DESTPÊKÊ MALA XWE RÊK Û PÊK BIKE
The Economist analîza xwe bi van gotinan bi dawî dike; “Li gorî anketên nû, tenê ji sedî 17’yê Tirkan bawer dikin ku dê Tirkiye bibe endama Yekitiya Ewropayê. Gelek kes ditirsin ku welatê wan bikeve nava şereke herêmî. Erdogan di warê bêhnkirina hewaya xwe de di raya giştî de hosta ye, lê ku diçe popularîteya xwe wenda dike. Beriya her tiştê ji azweriya xwe ya serokkomartiyê divê bi makeqanûneke ku hemû hemwelatî piştgirî bidin, mala xwe rêkûpêk bike.”