Ji Dozgeriya Bûrsayê daxuyaniya Ocalan

Ji Dozgeriya Bûrsayê daxuyaniya Ocalan

Serdozgeriya Komarê ya bajarê Tirkiye Bûrsayê der barê îdîayên ku dibêjin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne li Îmraliyê ye, de daxuyaniyek da û van îdîayan derewand. Serdozgeriyê di daxuyaniyda de diyar kir ku Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê ye.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Di van rojên dawiyê de hin saziyên çapemeniyê, îdîa dikin ku hikûmxwarî Abdullah Ocalan ê ku di Girtîgeha Tîpa F ya bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, ji girtîgehê hatiye derxistin û di mêvanxaneyên hin cihên fermî de hatiye bicihkin, me jî pêwîstî pê dît ku em raya giştî di vî warî de agahdar bikin. Abdullah Ocalan bi tu awayî ji Girtîgeha Tîpa F ya bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê nehatiye derxistin û heta niha li Girtîgeha Îmraliyê ye û cezayê xwe înfaz dike.

Îdîayên ku di nûçeyan de cih girtin bi tu awayî rast nîne."