Rûniştina siyasetmedarên kurd a 124 jê girtî 205 kesên li 15'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê ya li Sîlîvriyê tên darizandinê bi dawî bû. Di rûniştinê de heyeta dadgehê hemû daxwazên girtiyan red kir û ji 124 girtiyan tenê 2 kes serbest berdan.
2'emîn rûniştina doza KCK'ê ya 124 jê girti 205 siyasetmedarên kurd ên li 15'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê ya li Sîlîvriyê pêk tê bi dawî bû. Di danîşîna ku di seatên sibê de bi aloz dest pê kir, daxwazên parêzeran hatin guhdarîkirin.
Rûniştin taloqî 10-21'ê Kanûnê kirin û ji 124 kesan tenê 2 kes serbest berdan. Di rûniştinê de parêzeran paratin kir û xwest muwekilê wan serest bê berdan. Lê heyetê daxwazên parêzeran red kir û tenê Zulkuf Akay û Mehmet Keleşoglu ku wekî îtîrafkar di dosyayê de cih tê girtin serbest hate berdan.