Dadgeha Ceza ya Federal a Swîsreyê îtîraza li hemberî biryara radestkirina penaberê Kurd Metîn Aydin a di meha sibatê de hatibû dayîn û biryarê erê kir.
Dadgeha Ceza ya Federal a Swîsreyê ji bo radestkirina penaberê Kurd Metîn Aydin ê ku bi hinceta endamên PKK’ê ye û ji bo PKK’ê endaman qezenç dike, biryar da. Dadgehê îtîraza li hemberî biryara radestkirina penaberê Kurd Metîn Aydin a di meha sibatê de hatibû dayîn û biryarê erê kir.
Metîn Aydin bi daxwaza darizandina Tirkiye û Almanyayê li Swîsreyê hate binçavkirin û nêzî saleke di girtîgehê de ye. Kurdê bi navê Metîna Aydin ê rûniştvanê Franseyê gava beriya salekê ji bo serdanekê hat Swîsreyê, bi daxwaza Almanyayê hat binçavkirin. Aydin nêzî salek e di girtîgehê de ye. Ji bo serbestberdana Aydin kampanya hat destpêkirin.