Ji ciwanên sosyal demokrat ên Swêdê semînera li ser Tirkiyeyê
Ombûdsmana Herêma Dalarna ya Partiya Karker a Sosyal Demokrat Evîn Çetîn, bi beşdariya ciwanên sosyal demokrat li navenda partiyê semînerek li ser bûyerên li Tirkiyeyê diqewimin, da.
Ombûdsmana Herêma Dalarna ya Partiya Karker a Sosyal Demokrat Evîn Çetîn, bi beşdariya ciwanên sosyal demokrat li navenda partiyê semînerek li ser bûyerên li Tirkiyeyê diqewimin, da.
Nûnerên bajar, navçe û taxan ên rêxistina ciwanan a Partiya Karker a Sosyal Demokrat (SSU) tevlî panelê bûn. Çetîn rewşa li Tirkiye û Kurdistanê ji sala 1923'an û vir ve nirxand û giranî da ser bûyerên piştî avabûna AKP'ê qewimîn.
Çetîn qala têkiliya navbera AKP û Tevgera Gulen kir û anî ziman, Recep Tayyîp Erdogan berî AKP'ê ava bike îcazet ji Fethûllah Gulen digirt û her du koman bi rengekî koalîsyonê welat bi rê ve birin.
Çetîn da zanîn, Erdogan ê beriya hilbijartinên 7'ê Hezîranê desteka neteweperest û şovenan wind akir, pêvajoya aştiyê sabote kir û ji nû ve li polîtîkaya şer vegeriya.
Evîn Çetîn bibîr xist, ku HDP a ji hemû beşên civakê yên bindest pêk tê, ji sedî 13,2 ê dengan wergirt û serketineke mezin bi dest xist. Çetîn got, "Erdogan piştî ku fêhm kir piraniya endamê parlamentê winda kiriye, êrîşî HDP'ê kir. Li Kurdistanê ji nû ve şer îlan kir. Tevî vê yekê jî HDP careke din keta nava parlamentê."
Evîn Çetîn anî ziman, ku hêza li pişt hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê hê baş zelal nebûye û diyar kir, roje piştî hewldana darbeyê, destpêkirina girtinên komî nîşan dide ku hikûmet ji darbeyê re amade bû û lîstiya kesên bên girtin ji berê ve amade kiriye.
Çetîn bibîr xist ku Hevserokên Giştî jî di nav de gelek parlamenterên HDP'ê hatine girtin û got, "Weke Sosyal Demokrat ên Swêdê em ê piştgiriya xwe ya ji bo HDP'ê dewam bikin. Wezîra Karên Derve Margot Wallstrom xwest parlamenterên HDP'ê û hevşaredar bên berdan û çend roj berê jî Parlamenta Ewropayê bi biryareke dîrokî muzakereyên endametiya Tirkiyeyê sekinand. Ez vê yekê weke gaveke xurt li dijî polîtîkayên tinekirinê yên AKP û Erdogan dibînim."