Ji Çîçek mutebeqeta şerê topyekun

Ji Çîçek mutebeqeta şerê topyekun

Serokê Meclisa Tirkiyeyê Cemîl Çîçek di bin navê ‘Muteqebeta netewî ya li dijî terorê’ de ku di çareseriya pirsgirêka kurd de pêşniyaran nagire nava xwe, metneke ji 11 xalan pêk tê weşand. Di serî de bang li çapemenî û hemû kesî hat kirin ku bila piştgiriyê bidin vî şerî.

Serokê Meclîsa Tirkiyeyê Cemîl Çîçek, bi rojnamegerên tirk û nûnerên ajansên nûçeyan yên Enqereyê re li Meclisê hatin cem hev. Çîçek di axaftina xwe de li aliyekê got bila mafê mirovan pêş ve biçe û li aliyê din jî di bin navê ewlehiyê de xwest ev bê astengkirin. Her wiha xwest ji bo pêşîgirtina îstîsmarê tedbîr bên girtin.

Çîçek got “ji bo xebatên di bin navê ‘Bi terorê re têkoşîn’ hewcedarî bi hawireke mutebeqatê ya netewî heye û di berdewamiya axaftina 11 xal rêz kir. Ji 11 xalan a yekemîn de bi tu awayî pêşniyar nayê kirin ku bang li PKK’ê tê kirin ku çekan deyne. Di xala duyemîn de jî tê gotin ku bi terorê re têkoşîn berpirsyariya hemû civakê ye. Çîçek di nava pêşniyarên xwe de got divê bi terorê re têkoşîn bi biryar bimeşe.

Çîçek di xalan de bal dikişîne ser pêvajoya makeqanûna nû û got ku li bajarên kurdan pirsgirêka sereke pirsgirêka pêşvebirina aborî ye û got divê di razameniyan de xebata dewlet netewê pêk bê. Çîçek xwest di temasên derve de sansur hebe û xwest kesên îmze avêtine metna mutebeqatê bila xebata partiyê bimeşîne.