Ji CHP’ê ji bo çareseriya pêşniyara Komîsyona Lihevhatina Civakî

Ji CHP’ê ji bo çareseriya pêşniyara Komîsyona Lihevhatina Civakî

CHP'ê ji bo pirsgirêka kurd bi rêbaza diyalogê di meclîsê de çareser bibe 'Komîsyona Lihevhatina Civakî" pêşniyarî Serokê Meclîsa Tirkiyeyê Cemîl Çîçek kir. Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu ji bo çareseriya pirsgireka kurd xwest komisyon li meclîsê bê avakirin û diyar kir ku ji bo piştgiriyê bide dê bi AKP, MHP û BDP'ê re hevdîtinan bike.

Parlementerê CHP'ê yê Edeneyê Faruk Logoglu û Parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd 'Komîsyona Lihevhatina Civakî" pêşniyarî Serokê Meclîsa Tirkiyeyê Cemîl Çîçek kir.

Logoglu û Tanrikulu piştî bi Serokê Meclîsê Çiçek re hevditin pêk anî, li meclîsê civîna çapemeniyê pêk anî. Logoglu, anî ziman ku wan di ziyareta Serokê Meclîsê Çiçek de xwestine ku pirsgirêka kurd bi her alî bê çareserkirin. Logoglu, anî ziman ku ew dixwazin pirsgirêkê di bin banê meclîsê de çareser bikin û ji ber vê yekê ev pêşniyar birine ji Serokê Meclîsê Çiçek re.

Logoglu, anî ziman ku hevditin pir erênî derbas bû û wiha got: "Ji bo komîsyonek wisa bê avakirin divê hemû partiyên siylasi bêjin erê. Ger ku pêşketin erênî derbas bibin Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu de bi serokê hemû partiyên siyasî re hevditinê pêk bîne.